Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber Apo: Wan bi komployê lîstikek çêkir, min bi sekna Îmraliyê lîstik xera kir 09.02.2021

 

LI DIJÎ KOMPLOYÊ SEKNA ÎMRALIYÊ
RÊBER APO: WAN BI KOMPLOYÊ LÎSTIKEK ÇÊKIR, MIN BI SEKNA ÎMRALIYÊ LÎSTIK XERA KIR

Rêber Apo ku ev 22 sal in li zindana Îmraliyê esîr e jî ne vê rêwîtiyê ne jî lêgerîna heqîqetê bi dawî nekiriye, berovajî di 22 salan de bi analîz û dahurandinên xwe ve ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahî bûye hêvî.

Di van rojên ku salvegera 22’yan a Komploya Navnetewî nêz dibe careke din di serî de kurd, mirovahî bi baldarî dêhna xwe dane şîrove û analîzên Rêber Apo.

Dinya di roja îro de zêdetir xwedî li Rêber Apo derdieve û dewa azadiya wî dike.

Tişta ku beriya 22 salan komplogeran tirsand di esasê xwe de naskirin û fêmkirina fehm û feraseta Rêber Apo û pêşniyazên wî yûn ji bo jiyana nû bûn.

Komplogerên ku beriya 22 salan bûn sedema esareta Rêber Apo nekarîn pêşî li fikrên wî bigirin, armanca wan jî bi saya berxwedanê negihîşt serî.

Rêber Apo di parêznameyên xwe de diyar dike ku komplogeran di şexsê wî de dixwestin PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tune bikin û dibêje:

Her tişt li gorî mirina min hatibû eyarkirn. Wan dixwest ku bi fizîkî min bikujin heke ev jî nebe bi awayekî manewî min bikujin. Lê min bi helwesta xwe pêşî li vê girt.

Rêber Apo bi bîr dixe ku komplogeran dixwest lîstika bi sedê salan li dijî gelê kurd dilîstin dîsa bixin dewrê û wisa encamê bigirin lê wî bi sekna xwe ya Îmraliyê vê encama bêyom ango lîstik xera kiriye.

Der barê sekna Îmraliyê de jî Rêber Apo wiha dibêje;

Min di vê proseyê hemûyan de Îmraliyê weke platformeke îdeal bi kar anî. Ji bo vê jî min li vê derê teoriya xwe zexim kir. Min argumantên felsefî û pratîk ên çareseriya siyasî û aştiyê li vir bi pêş xist. Ji bo kesên dixwazin fêm bikin ka sekna Îmraliyê çi ye ez vê pênaseya kurt dikim.

Rêber Apo dema behsa sekna xwe ya li Îmraliyê dike hewcehî bi hişyarkirina gelan jî dibîne û dibêje;

Ev sekna min di esasê xwe de weke ku hema sibê wê çareserî bi pêş bikeve u li aliyê din jî weke ku sibe şerekî îmhaya topyekun ku di şexsê min de dest pê bike û belav bibe jî amadekarî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv