Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber Apo derbarê pergala Îmraliyê digot: Îmralî prototîpa ewil a Guantanamoyê ye 08.02.2021

 

TECRÎDA MUTLAQ A LI ÎMRALIYÊ
RÊBER APO: ÎMRALI PROTOTÎPA EWIL A GUANTONAMOYÊ YE

Rêber Apo bi komployeke navnetewî di 15’ê Sibata 1999’an ji Kenyayê hat revandin li ser qewlê wî li ‘Çarmixa Îmraliyê’ xistin.

Beriya Rêber Apo li vê giravê were bicihkirin di 4’ê sibata 1999’an de CIA û MÎT’a tirk der barê Îmraliyê de protokoleke veşarî îmze dikin.

Piştre ev girav tê valakirin û di 16’ê mehê de jî Rêber Apo li wir tê bicihkirin.

Çendî ku Îmrali wekî Gûantanamoyê bê nîşandan jî, lê şert û mercên wê pir girantir in.

Der barê Îmraliyê de û pergala li wê derê gelek nîqaş hatin meşandin.

Rêber Apo ji bo pergala Îmraliyê pênaseya ‘sêstûnî’ kir û got;

Hêleke wê DYA, hêleke wê Ewropa û hêla wê ya din jî Tirkiye ye û pergaleke xweser û kûr e.

Rêber Apo Îmraliyê wiha pênase kiribû:

Îmralî, ne wekî pergala girtîgehên din ên Tirkiyê ne.

Statu û pergala li vê derê bi peymaneke veşarî hatiye çêkirin.

Amerîkayê li gelek deverên din girtîgehên wisa taybet çêkirine.

Îmrali jî ji aliyê Amerîkayê bi peymaneke veşarî hatiye çêkirin û girtîgehek e taybet e.

Rêber Apo diyar kiribû ku rola CPT’yê wisa rola komîteyeke ji rêzê nîn e û ev nirxandin kiribû:

Divê mirov tenê wekî heyeteke ku çendê carekê tê û diçe, nebîne.

Haya wan ji tiştên li vê derê diqewimin heye.

Rêber Apo dibêje rola ku ji bo Îmraliyê dane dewleta tirk bi tenê notirvanî ye:

Dibêjin navendeke krîzê ya serokwezîrtiyê vê derê bi rê ve dibe, lê ne wisa ye.

Ev der, rasterast girêdayî Amerîkayê ye.

Îmrali girtîgeheke di dirûvê Gûantanamoyê de ye.

Bi tiştên li vê derê tînin serê min, hin ders tên girtin.

Rêber Apo ji bo şert û mercên li Îmraliyê jî ev gotibû:

Mirov nikare 6 rojan jî di van şert û mercan de îdare bike.

Ez wekî kesekî ku girêdayî amûra oksîjenê be, roja canê wan biaxwaze dikarin wê fîşê bikişînin.

Jixwe girankirina tecrîdê tê wateya îdamê.

Polîtîkayên tecrîdê piştre weke mirina hêdî hêdî hat revîzekirin.

Polîtîkaya mirina hêdî hêdî di 2011’an de hat lezandin.

Ewilî di 27’ê Tîrmeha 2011’an de hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re qedexe kirin

Piştre parêzerên Rêber Apo di 22’yê Mijdara 2011’an de hatin girtin.

Her wiha di 6’ê Cotmeha 2014’an de jî hevdîtina malbatê û wasî hat qedexekirin.

Di nîsana 2015’an de jî hevdîtina Heyeta Îmraliyê jî hat qutkirin. Pêre “tecrîda mutleq” dest pê kir.

Rayedarên dewleta tirk ev pêvajo wekî “Li Îmraliyê definkirina Ocalan” pênase kirin.

Piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an jî Îmrali bi her awayî hat îzolekirin.

Ev îzole heta encamdana berxwedana bi grevên birçîbûnê dewam kir.

Parêzer 2’yê gulana 2019’an çûn gravê. herî dawî 7’ê tebaxa heman salê çûn.

Rêber Apo herî dawî di 27’ê nîsanê de bi rêya telefonê karî bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Ji wê demê ve agahî jê nayê girtin.

Di roja îroyî de ji bo vê tecrîda mutlaq bişkînin kurd û dostên kurdan Pênngava Dem Dema Azadiyê bi pêş dixin.

Di navenda pêngava li dijî faşîzm û dagirkeriyê de azadiya fizîkî ya Rêber Apo heye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv