Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber Apo: Asta pêşketina ziman, asta pêşketina jiyanê ye 21.02.2021

 

ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ YA CÎHANÊ
RÊBER APO: ASTA PÊŞKETINA ZIMAN ASTA PÊŞKETINA JIYANÊ YE

Ji sala 2000’î vir ve roja 21’ê Sibatê ji aliye UNESCO’yê ve “Roja Zimanê Dayikê” hate qebûlkirin.

Di serî de Kurd gelek netewên cîhanê, 21’ê Sibatê Roja Perwerdeya Zimanê Dayikê ya Dinyayê çalakiyan pîroz dikin.

Kurd ji ber nikarin dibistanê xwe ava bikin û bi zimanê xwe perwerde bibînin, doza serbestiya zimanê xwe dikin.

Bi minasebeta vê rojê nirxandinên Rêber Apo yên li ser ziman balê dikişîne.

Rêber Apo di parêznamya xwe ya dawîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de îşaret bi rola ziman dike.

Rêber Apo hêj di beşê yekemîn; “Çarçoveya Têgînî û Teorîk” de li ser xala ziman nirxandinê dike.

Têgîna ziman têkiliya xwe xurt bi têgîna çandê re heye.

Di çarçoveyeke teng de ziman bi awayekî bingehîn têgîna sereke ya qada çandê ye.

Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin.

Rêber Apo li ser heman esasî pênaseya ziman ji nû ve dike:

Ziman daneheva civakî ya zîhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye;

ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûyî xwedî îfadeyê.

Têkiliya ziman û pêşketina civakê ku gelek ramyar li ser meselê şîroveyên xwe kirine; Rêber Apo şîroveke nû li meselê zêde dike:

Civaka ku xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê.

Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye.

Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe.

Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din;

ev jî tê wê maneyê, ewqasî hatiye qirkirin û asîmîlekirin.

Civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a manedar a zêhniyet, exlaq û estetîkê nabe.

Eşkere ye ku heta ji holê rabin wê weke civakeke nexweş mehkûmê jiyaneke trajîk bimînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv