Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

QSD’ê li dijî DAÎŞ’ê operasyonên xwe berfireh kir 06.02.2021

 

OPERASYONA TOLHILDANA SEIDE FEYSEL Û HIND LETÎF
LI DIJÎ ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê OPERASYON HAT BERFIREH KIRIN

Ev demeke li herêma Dêrazorê liv û tevgera DAIŞ’ê zêde bûye.

Herî dawî çeteyên DAIŞ’ê Hevseroka meclisa bajarokê Til Şayîr a girêdayî navçeya Deşîşa ya Hesekê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr revandin û piştre şehîdxistin.

Piştî vê bûyerê jibo tolhildana Seida û Hind, yekineyên QSD’ê di 4`ê Sibatê de dest bi operasyoneke berfireh kir.

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê dauxyaniyek da.

QSD`ê di daxuyaniyê de diyar kir ku operasyon li seranserê herêma Dêrazorê û li herêmên li ser sînorên Sûriye-Iraqê tê lidarxistin.

Di 24 saetên destpêka operasyonê de, bi ser gelek nuqteyên çeteyan hatiye girtin

Û bi dehan çete hatin binçavkirin, gelek cebilxane jî hate desteserkirin.

QSD`ê diyar kir ku operasyon hîn dewam dike û agahiyên zêdetir dê di rojên pêş de ji raya giştî re werin parvekirin.

NAVENDA ÇAVDERIYA SÛRÎ ” SOHR “
DI 48 SEATÊN DAWÎN DE ZÊDETIRÎ 150 ÊRIŞÊN ESMANÎ PÊK HATIN

Li aliyê din Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku

Di 48 seatên dawîn de, li Suriye zêdetirî 150 êrişên hewayî pêk hatine.

Ev êriş bi giranî ji aliyên balafirên Rûsyayê li herêma çolistana Sûriyê pêk hatine.

Her wiha çeteyên DAIŞ’ê li derdora zeviyên petrolê yên Teyîm ên başûrê Dêrazorê êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê kir.

Hat ragihandin ku di encama êrişê de kuştî û birîndar hene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR’ê berê jî ragihandibû ku di encama êrişê çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî baregehên hikumetê ya rojhilatê Hemayê de,

19 endamê hikumeta Şamê û îranê hatibûn kuştin.

LI KERKÛK Ê ÊRIŞÊN DAÎŞ’Ê
DI ÊRÎŞÊN LI BAJAROKA DAQÛQ’Ê DE LEŞKEREK IRAQÎ MIR Û 8 JÎ BIRÎNDAR IN

Her wiha hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê jî êrişî leşkerên Iraqê kirin.

Di encama êrişa li bajarokê Daqûqê de, leskerêkî artêşa Iraqê hat kuştin û 8 jî birînda bûn.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv