Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Propagandaya reş a rejîma AKP-MHP’ê li cîhanê hilweşiya 16.02.2021

 

ENCAMÊN BERXWEDANA LI GARÊ
PROPAGANDAYA REŞ A REJÎMA AKP-MHP’Ê LI CÎHANÊ HILWEŞIYA

Artêşa tirk di şerê Gareyê de bi eşkereyî têk çû û bi vê rûreşiya giran bi lez terka van çiyayên bi heybet ên Kurdistanê kir.

Lê têkçûna dewleta dagirker bi tenê bi qada leşkerî re bi sînor nema.

Propagandaya tirk a derbarê encamên operasyonê de jî şikestinek mezin xwar.

Vê carê li cîhanê hema hema tu kes qîma xwe bi daxuyaniyên dewleta tirk nanî.

Di serî de Amerîkaya ku herdem çavgirtî destekê dida Enqereyê, bi daxuyaniya xwe dewleta tirk adeta şok kir.

Di daxuyaniya wezareta karên derve de hat ragihandin, “ku agahiyên kuştina sivîlên tirk ên ji aliyê PKKê ve rast bin, ew vê kiryarê şermezar dikin.

Bi gotineke din, Amerîka ji Enqereyê re got ez ji te bawer nakim lê ji ber nezaketa dîplomatîk vê daxuyaniyê didim.

2 rojnameyên herî mezin ên amerîkî jî vê carê bi weşangeriya xwe pişta dewleta tirk negirtin.

Washington Postê, di nûçeya xwe de cî da daxuyaniya KCKê ya di ajansa firatê de hatibû weşandin û got, dibe ku “endamên artêş û îstixbarata tirk di êrişên hewayî de hatibin kuştin.”

New York Tîmesê bi gotarekê bi berfirehî li ser mijarê sekinî û got, “PKK dibêje kuştina 13 kesan ji ber bomberana hewayî pêk hatiye.”

Medyaya ereb jî qîma xwe bi daxuyaniyên Enqereyê yên derbarê şerê dagirkirinê de nanî.

Rojnameya Arab News li ser vê mijarê wiha nivîsî:

Tirkiye dibêje kesên bi salane êsîr in, ji aliyê PKKê ve hatine kuştin. Lêbelê Hêza Parastina Gel HPGê ku baskê leşkerî yê partiyê ye, got hêzên tirk şikeft bombeberan kirine û bûne sebeba kuştina êsîran.

Medyaya Alman jî bi berfirehî li ser encamên şerê Garêyê sekinî û derbarê daxuyaniyên dewleta tirk de şik û gumanên xwe îfade kirin.

Ajansa fermî ya alman Doyçe Wele, propagandaya tirk derxist pêş lê piştî vê jî cî got, “PKK derbarê kuştina 12 kesan de bombebarana balafiran wekî sebeb nîşan dide.”

Rojnameya Tagişpîgel jî cî da daxuyaniyên di ANFê de hatine weşandin û da zanîn, aliyên kurd ji ber kuştinan dewleta tirk sûcdar dike.

Rojnameya Yûngiwelt a çepgir, li Almanyayê bû rojnameya yekemîn ku heqîqeta Şerê Gareyê bi hemû zelaliya xwe ragihand.

Di nûçeya bi serenavê “Serkeftina Gerîla” de Yûngiwelt got, Enqere ji ber berxwedana gerîla neçar ma dawî li şerê dagirkirina Garê bîne.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv