Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Profesorê amerîkî Andrej Grubacic: Di vê demê de dîlgirtina birêz Abdullah Ocalan cihê şermê ye 06.02.2021

 

PROFESORÊ AMERÎKÎ ANDREJ GRUBACIC:
“DI VÊ DEMÊ DE DÎLGIRTINA BIRÊZ ABDULLAH OCALAN CIHÊ ŞERMÊ YE”

Profesorê Amerîkî û pisporê civakên bê dewlet Andrej Grubacic di hevpeyvîneke xwe de bandora rêber Apo ya li ser gelan, paradîgmaya wî û têkoşîna azadiya gelê Kurd analiz kir.

Grubacic Rêber APO weke “civaknasekî azadiyê û dîroknasekî cîhanî” pênase kir û got: “tecrîda li ser Ocalan kirêt e, divê neyê qebûlkirin”.

Grubacic bibirxist, armanca dewletên ku di Komploya Navneteweyî de cih girtine ew ku tevgera siyasî ya Kurd lawaz bikin, hêz û bandora wê ya mezinbûyî ne tenê li Tirkiyê, li herêma Rojhilata Navîn jî bi awayekî zelal ji holê rakin û wiha axivî:

“Xebatên siyasî yên birêz Ocalan û tevgera siyasî ya Kurd li ser hemû rejîmên otorîter ên li herêmê metirsîyek e. Tevgerên siyasî yên ku li gorî fikiren birêz Ocalan li Sûriye û Tirkiyê bûne xwedî bandor, ji bo gelên bindest dibin hêviyek û alternatîfekê pêşkêş dikin. Ji ber ku ew ji bo demokrasiya rasteqîn, tevlêbûna etnîk, toleransê, jinan û mafên olî têdikoşin.”

PROF. ANDREJ GRUBACICBI BANG LI CIVAKA NAVNETEWÎ KIR:
“DESTÛR NEDIN KU DEWLETÊN HEREMÊ ÊRIŞÎ KURDAN BIKIN. PÊVAJOYA AŞTIYÊ BIDIN DESTPÊKIRIN’

Grubacic bi van gotinan bang li civaka Navntewî kir:

“Şerm e ku destûr ji welatekî mîna Tirkiyê re bê dayîn ku prensîbên herî bingehîn ên mirovahiyê binpê bike. Divê birêz Ocalan jî di nav de, di navbera aliyan de muzakereyên rasterast bên destpêkirin û çareseriyên aştiyane bên pêşxistin.”

Prof. Grubacic diyar kir ku taybetmendiya ku rêber Ocalan ji rêberên din yên siyasî cuda dike ewe ku ew analîzên xwe dispêre dîrok û rastiyên siyasî û got:

“Çareseriyên ku Ocalan îro pêşniyar dike radîkal in lê pir pratîk in. Wî bi redkirina sîstema Netew-dewlet, perspektîfeke nû afirand.”

Andrej Grubacic Têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ’ê û rola ku jinan lîstiye weke lehengî bi nav kir û got li cîhanê bi milyonan mirovan îlham ji wan jinan girt.

Grubacic êrişên li ser gelê Kurd şermezar û ev bang li civaka Navntewî kir:

“Destûr nedin ku dewletên heremê êrişî Kurdan bikin. Destûr nedin ku li dijî kurdan komkujî pêk werin. Hem ji bo azadiya birêz Ocalan û hem jî bo hevdîtinên aştiyê divê pêvajoyeke nû were dest pêkirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv