Ji bo şikandina tecrîda li Imraliyê û azadiya rêber Abdulah Ocalan 250 ciwên Kurd û Ewrupî hefteyekê dimeşin.
Meşa Dirêj a ciwanan ku ji Hannoverê dest pê kir, dewam dike.
Ciwan îro ji Har-bûrgê ber bi Hambûrgê ve bimeşin.
Meş wê siba bi mitîngekî bi dawî bi be.
Ciwanên kurd û Ewrupî bi dirûşmeya “ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan” 7 roj in dimeşin.
Çalakgerên ku ji Hannoverê dest bi meşa dirêj kirin, doh gihiştin bajarê Almanya Badowig’ê.
Polîsên Alman li Badowig’ê êrîşê meşa ciwana kiribû 8 ciwan kirin binçavkirin.
Ciwanên hatin binçavkirin pişt re hatin berdan.
Meşa dirêj a ji bo azadiya rêber Abdulah Ocalan ku li Almanyayê dest pêkiriye îro jî berdewam dike.
Ciwanan îro ji bajarê Harburg’ê ber bi bajarê Hamburga Almanyê dest bi meşê kirin.
Rêwîtiya ciwanan wê îro bi qasî 20 km be.
Meşa ciwanan wê siba li Hamburgê bi çalakiyek girseyî bi dawî bibe.