Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PKK li gorî hiqûqa şer tevdigere: PKK’ê êsîrên di destê xwe de jî li gorî normên cîhanî teslîm kirin 18.02.2021

 

PKK LI GORÎ HIQÛQA ŞER TEVDIGERE
PKK’Ê ÊSÎRÊN DI DESTÊ XWE DE JÎ LI GORÎ NORMÊN CÎHANÎ TESLÎM KIRIN

Artêşa Tirk bombe li kampa li Garê barand ku polîs, leşker û endamên MÎT’ê yên dîlgirtî lê bûn û bû sedema mirina 13 ji wan.

Dewleta Tirk bi desthilatdarî, artêş û medya xwe, sûc xistin stuyê PKK’ê.

Lê pratîka 40 salan a PKK’ê nîşan dide ku ev sûcdarî dereweke desthilatdariya Tirk e.

Gerîlayan ji salên 1990’î û vir ve bi dehan leşker û polîs êsîr girtin.

Li gorî raporên ÎHD’ê di navbera salên 1990-2012’an de di 110 çalakiyên cuda de 335 kes êsîr hatine girtin.

Temamiya wan jî bi rêya heyetan hatine radestkirin.

Çalakiya destpêkê ya dîlgirtinê 10’ê Cotmeha 1992’yan pêk hat.

Gerîlayên ku li ser rêya Wan-Tetwanê astsûbayek, 2 leşker û meleyek dîl girtin. Piştre wan radestî malbatên wan kirin.

PKK’ê 20’ê Tebaxa 1993’an vê carê li nêzî navça Hezoya Êlihê 13 leşkerên di mînîbusekê de dîl girtin. Piştre wan destlîmî malbatan kirin.

Li bejahiya navça Qilabana Şirnexê di şerê Kanûna 1994’an de leşkerê bi navê Îbrahîm Yavli bi birîndarî dîl hate girtin.

Gerîlayan ew tedawî kirin û Yayli piştî 2 salan radestî sivîl hate kirin.

Li navça Şemzînanê ya Colemêrgê, gerîla Tîrmeha 1996’an de avêtin ser Qereqola Ortaklarê. Di vê serdegirtinê de 8 leşker dîl hatin girtin.

Ev leşkerên dîlgirtî piştre li kampa Zelê bi civîneke çapemeniyê radestî heyetekê hate kirin.

Di 18’ê Tîrmeha 2005’an li ser rêya bejahî ya Erzîromê gerîlayên leşker Coşkûn Kirandî dîl girtin, di 4’ê tebaxa 2005’an de ew teslîmî heyeteke sivîl kirin.

Gerîlayan di 9’ê Cotmeha 2005’an de li ser rêya Şirnex û Mîdyadê Hakan Açilê polîd dîl girtin

Açil piştî 110 rojî di 27’ê Çileya 2006’an de li Zaxoyê radestî heyeta mafên mirovan hate kirin.

Gerîlayan piştî şerê Oremarê 22’yê cotmeha 2007’an 8 esker dîl girtin.

Leşkerên dîl hatin girtin li qada Çemço ya Zapê radestî heyetekê hate kirin

Gerîlayan li Licê 10’ê Îlona 2011’an de çawişên pispor Abdullah Sopçeler,

Zîhnî Koç û teknîsyenê tenduristiyê Aytekîn Tûrhan dîl girtin.

Eskerên dîlketî wê demê cara yekem ji Roj TV re axivîn û bang li saziyên sivîl kirin.

Lê dewleta tirk ku çawa li garê êsîr kuştin, li wir jî bombe bi ser wan de barandin.

Li gel hemû êrişên qirrkirinê jî gerîlayan dîlên di destê xwe de bi selametî teslîmî heyetekê kirin.

Rêber Apo di çarçoveya ‘pêvajoya diyalogê’ de ya sala 2013’an bang li HPG’ê kir ku êsîran berde.

Gerîlayan piştî bangê 8 esker û polîsên di destê xwe de teslîmî heyeteke saziyên sivîl kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv