Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pisporê îstîxbaratê Pikramenos: Erdogan bi çeteyan gefê dixwe 26.02.2021

 

“MÎT ÇETEYAN ÎXRAC DIKE”
PISPORÊ ÎSTÎXBARATÊ PIKRAMENOS: ERDOGAN BI ÇETEYAN GEFÊ DIXWE

Koordînatorê Netewî ji bo Ewlekariyê û Têkoşîna li dijî Terorîzmê NCTV’ê ya Holandayê der barê gefa dewleta Tirk a li ser cîhanê raporek amade kir.

Di raporê de dihat gotin ku Erdogan bi rêya îslama siyasî meyl û tovên tundaw di nav dîasporaya Tirk de belav dike.

Piştî ku ev rapora veşartî eşkere bû, her kesî berê xwe da Erdogan.

Di raporê de tiştekî mînaka Gokmen Taniş ê 37 salî hatibû dayîn.

Evî kes di 18’ê Adara 2019’an de li Uttrechtê di tramwayekê de êriş bir ser xelkê û 3 kes qetil kirin û 7 kes jî birîndar kirin.

Ev êriş piştî ku Erdogan Ewrûpî hedef nîşanda, qewimî bû.

Bi ya koordînatorê NCTV’ê armancên îslam siyasî yên Erdogan li nav civaka Tirk a li Holandayê bi rêya komeleyên Tirk belav dibe.

Di raporê de dihat gotin, rêxistinên selefî yên Tirk bi komele û rêxistinên Tirkan li Holandayê têkiliên xurt datînin, nexasim bi rêxistinên ciwanan re.

Di raporê de têkiliya dewleta Tirk bi Heyet Tehrîr-El Şam ango El Nusrayê re jî cih digre.

Ji bo vê têkiliyê dibêje; Erdogan van çeteyan ji bo tehkîmkirina desthilata xwe bi kar tîne.

Nivîskarê kitêba MÎT- Rêxistina Îstîxbarata Tirk Costantin Pikramenos vê raporê bi bîr dixe û dibêje,

Ev têkiliyên bi hêzên tundraw re û radîkalkirina dîasporaya Tirk bi destê MÎT’ê dibin.

Pikramenos şerê dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê û bikaranîna çeteyan jî weke delîl nîşan dide,

Costantin Pikramenos dibêje, Erdogan ji xwe re hêzeke eskerî çêdike û kengî ev hêz êdî ji wî re ne lazim be, dikare wê biavêje çopê.

Costantin Pikramenos difikire ku sibe dusibe, dewleta Tirk wê bi xêra van çeteyan xwe li ser dika siyaseta global bi cih bike, bêyî ku kuştiyên hêzên wê yên eskerî bi xwe çêbibin.

Ew birêveçûna çûna şerê Qerebaxê jî weke delîla vê teza xwe nîşan dide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv