PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
PIRTÛKXANEYÊN GEROK LI ROMA Û MALMO BÛN
Pirtûkxaneya Gerok a Rêber Apo li paytexta Îtalya Romayê hat danîn.
Pirtûkxaneya Gerok li qada Matha hat danîn û gelek pirtûkên Rêber Apo hatin danasîn.
Li vê derê li ser navê Komîteya Kurd a Romayê û Rete Kurdistan axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de behsa tecrîda li dijî Rêber Apo, fikrên wî ji bo çareseriya aştiyane hat kirin.
Bajarekî din, ku Pirtûkxaneya Gerok lê bû, bajarê Swêdê Malmo bû.
Li vê derê jî piştî gera li nava bajêr, dezgehê pirtûkan hat danîn.
Beşdaran di axaftinan de got, divê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn li her deverê were mezinkirin.