Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzer Îbrahîm Bîlmez: Diviya rojeva sereke ya CPT’yê Îmralî bûya 08.02.2021

 

POLÎTÎKAYA CPT’YÊ YA ÎMRALIYÊ
PARÊZER ÎBRAHÎM BÎLMEZ: DIVIYA ROJEVA SEREKE YA CPT’YÊ ÎMRALI BÛYA

Ji parêzerên Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez, neçûna Îmraliyê ya CPT’yê ji ANF’ê re nirxand.

Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku CPT, ne tenê serdana Îmraliyê nekir, her wiha bi wan re jî hevdîtin nekir ku ew bi rêk û pêk agahiyan didin CPT.

Îbrahîm Bîlmez rapora CTP’yê ku piştî serdana xwe ya di navbera 9-17’ê gulana 2019’an amade kiribê bi bîr xist û got:

Wê demê jî li zîndanan li Kurdistan û Tirkiyê û li gelek deverên cîhanê çalakiyên greva birçîbûnê hebû.

Bi zora çalakiyan parêzeran karîbû 5 caran hevdîtinê pêk bînin.

CTP di tebaxa 2020’an de rapora xwe ya der barê serdana xwe de eşkere kir û îşaret bi tecrîdê kir.

Îbrahîm Bîlmez ragihand ku pêwendiya polîtîkaya tecrîdê yekser bi nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd heye û wiha got

Ne tenê di vê mijarê de, ji dema komploya navnetewî heta niha di her kiryarên li Îmraliyê de bi vî rengî ye.

Ocalan di her firsendê de li ser du mijarên mijarên bingehîn diaxive û pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê destnîşan dike.

Pêşniyar û nirxandinên Birêz Ocalan jî li vê cografyayê tê şopandin û bersiveke xwe dibînin.

Ev hemû di heman demê de hêzên ku berjewendiya xwe di polîtîkaya şer de heye, dixe nava tirs û fikaran.

Îbrahîm Bilmez der barê berxwedana li zîndan de jî ev nirxandin kir:

Greva birçîbûnê şêweyekî giran ê çalakiyê ye.

Xuya ye çalakgerên ku ketine greva birçîbûnê ji aliyê hiqûqî û siyasî ve kêmasiyek dîtine, lewma ketine nava hewldaneke bi vî rengî.

Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir heta tecrîd dewam bike li Tirkiyê wê proseya demokratîkbûnê dest pê neke.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv