Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

NPG: Artêşa tirk li Garê pêşî êsîran bi gaza zêde kuştin û paşê gulle bera ser û laşê wan dan 17.02.2021

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL:
PÊŞÎ BI GAZA ZÊDE EW KUŞTIN Û PAŞÊ GULLE BERA SER Û LAŞÊ WAN DAN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel daxuyaniyek da û bi awayekî berfireh encamên şerê 4 rojan ê li Garê eşkere kirin.

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî de hat ragihandin, ku şerê li qadê heta bi nava kampa êsîran qewimî ye.

Ti kes nikare îdîa bike, ku di wê rewşê de ku bi rojan û saetan şer lê dewam kir, êsîr bi silametî lê werin ragirtin.

Ji bo parastina êsîran 6 hevrêyên me heta dawî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Di encama vê yekê de 12 êsîrên ji hêzên dewleta Tirk û girtiyekî demkî yê ji Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.

Bi taybetî di roja 4’an de artêşa Tirk a mêtînger, bi awayekî hovane berê xwe da kampê.

Li vê derê gazeke zêde bikaranî û xwest encamê bi dest bixe.

Piştî bikaranîna ewçendî gaza zêde, hat fêmkirin, piştî ku jiyana xwe ji dest dane gulle bera serê kesên li hundir dane.

Dewleta Tirk a li qada şer têkşikest û nekarî bikeve nava kampê, encex dikarî bi agahiyên kesên hatine girtin, bi rê û rêbazên ewçendî qirêj bikeve hundir.

Teqez e, ku ev fikrê faşîst ê zarokên gel ji bo desthilatdariya xwe tine dike, nikare ji çala ketiyê derkeve.

Ji ber ku ev êrişa hovane ya leşkerî ya bi temamî xwe spart teknîka şer, rêjîma AKP-MHP’ê têkşikestineke mezin re rû bi rû hişt.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel destnîşan kir, ku bi vê têkşikestinê, dawiya rêjîma faşîst nêzîk bûye û wiha got:

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL:
BI AWAYEKÎ TEQEZ HATIYE ZELALKIRIN KU 37 KUŞTIYÊN ARTÊŞA TIRK ÇÊBÛNE

Zelal e, ku hêzên me pozê wê bi erdê ve kaş kirine.

Bê çawa têkşikestina li Zapê ya Sibata 2008’an bû destpêka têkçûyîna desthilatdariya artêşê, tiştên Sibata 2021’ê li Garê hatin serê wê, wê bibin destpêka dawiya rêjîma faşîst.

Di şerê 4 rojan de bi awayekî teqez ji aliyê hêzên me ve hat piştrastkirin, ku 37 kuştiyên artêşa Tirk çêbûne.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL:
6 HEVALÊN ME YÊN PARASTINA KAMPA ÊSÎRAN DIKIRIN BI BERXWEDANEKE MEZIN ŞEHÎD BÛN

Bi pêşengiya hevrêyê me fermandarê leheng Şoreş 6 hevalên me bi berxwedaneke dîrokî û destanî, ji bo parastina kampa êsîran şehîd bûn.

5 hevalên me di êrişên li dijî dijmin de di rojên cûda de şehîd bûn.

3 hevalên me dema xwestin bi paramotoran biçin wezîfeyekê şehîd bûn.

Bi giştî 15 hevrêyên me şehîd bûn.

2 kes jî ketin destê dijmin.

Di daxuyaniyê de navên dîlên şer ên hatine kuştin jî yek bi yek hatin parvekirin.

Her wiha hat ragihandin, ku di nava wan dîlan de girtiyekî ji Duhokê yê bi navê Cotyar Muhsîn jî heye.

Fermandariyê ji tevahiya malbatên êsîr û girtiyan re sersaxî xwest û destnîşan kir, ku berpirsiyariya kuştina van mirovên ev 6 sal in wan diparêzin, a rayedarên rêjîma AKP-MHP’ê ye.

Daxuyaniya fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi van gotinan bi dawî bû:

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL:
15 HEVRÊYÊN ME WÊ TIMÎ MEŞALEYEKE SERFIRAZIYÊ BIN JI BO TÊKOŞÎNA ME

Berxwedana li Garê hat kirin, bû berxwedaneke mezin û dîrokî ya bi îradeya milîtanên, xwe bi rextên îdeolojiya Apoyî girêdane.

Di şexsê hevrê Şoreş ê afrînerê vê berxwedana mezin de tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin.

Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên canbexş, em ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê û dostên gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Ev berxwedana mezin bi tevahî berhema şehîdên me yên leheng e.

Ji ber bidestxistina vê encamê em deyndarê şehîdan e.

Ev leheng wê timî weke meşaleyeke serfiraziyê di têkoşîna me de bijîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv