Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nivîskarê anarşîst Peter Lamborn wilson: Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê li ber xwe dide 04.02.2021

 

NIVÎSKARÊ ANARŞÎST PETER LAMBORN WILSON:
ABDULLAH OCALAN LI GIRAVA ÎMRALIYÊ LI BER XWE DIDE

Peter Lamborn Wilson nivîskarekî anarşîst e. Wî piştî xwendina xwe ya li zanîngeha Columbiayê berê xwe daye Rêjhilata Navîn.

Der barê dîrok û baweriyên Rojhilata Navîn, Afrîka û Hindistanê de gelek xebatên xwe hene.

Wilson ku li Amerîkayê bi mahlasa Hakim Beg tê naskirin der barê Rêber Apo de dibêje; ew deha ye.

Peter Wilson di nivîsa xwe ya di pirtûka kollektîf a bi navê “Ji bo xeyal bikî cesaret bike; Şoreşa Rojava” de
der barê Rêber Apo de gelek nirxnadin kirine.

Peter Wilson diyar dike ku li gorî wî bi awayekî sedema esîrbûna Rêber Apo a li zindaneke Tirkiyê bi serê wî dikeve.

Bi ya min ev rewş di cihê xwe de ye jî. Helbet ez gelekî azadiya wî dixwazim lê ez çawa bibêjim; li Îsa bifikirin yan jî li şehîdên anarşîzmê yan jî li kesekî din ku ji bo mafê feqîran li ber xwe daye bifikirin, di dinyayeke wisa har û wehşî de li gorî min ne derî aqil e ku li mirovekî wisa zilm tê kirin. Li dehayekî siyasî yê di asta cîhanê de ye bifikirin ji bilî ku di girtîgehê de be ma hûn lê difikirin ku wê di vê dinyaya bêrehm de li cihekî din be?

Peter Wilson destnîşan dike ku ew gotina deha ji bo Rêber Apo wisa bela sebeb jî nabêje û ev nirxandin dike:

Ocalan di roja me ya îro de di nav şoreşên aktuel û lîderên van şoreşên aktuel de bi tenê hatiye hiştin. Ew bi serê xwe kariye xwe ji dehfikên birdozî yên rastgirî û çepgiriyê xilas bike. Ev rêya xelasiyê jî ne bi tenê di milê entellektuelî yan jî bîrdoziyê de ye, ew di heman demê de rêyên pratîkî jî nîşan dide.

Wilson diyar dike ku Rêber Apo li wî zinarê xwe bi tena serê xwe li dijî zilmê li ber xwe dide û jiyna li dora fikrên wî bi goşt û beden dibe jî wiha tarîf dike:

Fikr û ramanên wî ji gelheyeke mirovên bi hêza xwe ya cewherî xwe bi rêxistin kirine re dibe çavkaniya îlhamê. Ku ev gelhe bi rastî jî bi stratejiyeke siyasî ya otorîteriyê hedef nake ji bo civaka mirovahiyê azad bibe karên gelekî serkeftî dikin.

Peter Wilson der barê bandora Rêber Apo li ser şeqsê xwe jî bêyî mubalaxa vê yekê tîne ziman:

Ev bi dehê salan e ku ez xwe bi xwe îtîraf pê dikim ku xweşbînî mimkûn nîn e. Tekane tişta di destê min de mayî ew e ku ez jê re dibêjim antîreşbînî. Lê divê ez li xwe mikûr werim ku Rojava hêviya min ji nû ve şîn kir. Ez her ku Ocalan dixwînim baweriya min a ji bo doza anarşîzmê jî qewîntir dibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv