Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîthat Sancar: Welatên Yekitiya Ewropayê ji pêkanînên bê hiqûqî yên desthilata AKP’ê berpirs in 27.02.2021

 

HDP BI PARTIYÊN EWRÛPA RE RUNIŞT
MÎTHAT SANCAR: WELATÊN YE’YÊ JI PÊKANÎNÊN BÊ HIQÛQÎ YÊN DESTHILATA AKP’Ê BERPIRS IN

Heyeta HDP’ê bi Hevserokê Partiya Keskan a Ewropa Evelyne Hûytebroeck:

Û hevserokê komîsyona parlemetoya Tevlîhev a YE-Tirkiye Sergey Lagodînskyî re civînek lidarxist.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî amade bû.

Civîn li ser înternetê hat lidarxistin.

Heyeta HDP’ê di hevdîtinê de êrîşên li ser partiya wan agahî dan.

Her wiha biryara Daîreya Mezin a DMME ya têkildarî Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş yek ji rojevên sereke bû.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku Almanya û welatên YE’yê ji pêkanînên bê hiqûqî yên desthilata AKP’ê berpirs in.

Di hevdîtinê de heyeta Keskan jî diyar kir ku li dijî hemû êrîşên li ser HDP’ê û pêş dikevin divê beşên muxalîf di nava piştevaniyê de bin.

Her wiha got ku ewê ji nêzîk ve biryara Demîrtaş a Daîreya Mezin a DMME’yê bişopînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv