Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîthat Sancar: Li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin nebûna edaletê ye 09.02.2021

 

“DESTPÊKÊ EDALET”
MÎTHAT SANCAR: LI TIRKIYÊ PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN NEBÛNA EDALETÊ YE

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di bernameya Nêrîn de bersiv da pirsên hevalê me Serdar Altan.

Mîthat Sancar ku ev cara yekem e di bernameyekê de bi temamî kurmancî axivî diyar kir ku ew li Nisêbînê mezin bûye û hemû hevalên wî jî kurd bûne.

Mîthat Sancar derbarê kampanyaya “Destpêkê Edalet” de îşaret bi wê yekê kir ku HDP ne ji bo demekî di nava têkoşîneke bi vî rengî de ye.

Mîthat Sancar diyar kir ku îro roj ji ber siyaset û polîtîkayên desthilatdariyê herkes rastî bêedaletiyê tê.

Mîthat Sancar îşaret bi wê yekê kir ku gelê kurd, elewî, ciwan, jin, karker, kedkar, heta bi zarok ji ber vê bêedaletiyê êş dikşînin.

Mîthat Sancar diyar kir ku ew bi kampanyayê hewl didin hemû aliyên edaletê dixwazin wê bînin cem hev.

Mîthat Sancar di axaftinên xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî.

Mîthat Sancar destnîşan kir ku di çarçova kampanyayê de wê têkoşîna xwe ya ji bo şikandina pergala Îmraliyê mezin bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv