Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîthat Sancar: Ji atmosfera şer a li welêt hukumeta AKP’ê berpirsyar e 16.02.2021

 

HEVSEROKÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR ÊRIŞA LI GARÊ NIRXAND:
‘JI ATMOSFERA ŞER A LI WELÊT HUKUMETA AKP’Ê BERPIRSIYAR E’

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar îro di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê de bi giranî behsa êrişa artêşa tirk ya li ser Garê û daxuyaniyên tije nakok yên rêvebirên artêş û hukumeta tirk kir.

Sancar pêşî xemginiya xwe ya ji ber atmosfera şer û pevçûnan anî ziman û got: “Em dîsa mirinan diaxivin. Em dîsa bi xeberên rijîna xwînê ji xewê radibin û em bi êşan roja xwe derbas dikin.”

Sancar ji vê atmosfera şer hukumeta trik berpirsiyar nişanda û da zanîn AKP ji ber ku naxwaze pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bike, gelên vî welatî neçarî van kumkujiyan tê kirin.

Sancar bal kişand ser nanokoyên di axafitna Wezîrê Parastinê Hulusî Akar ya di derbarê êrişa li Garê de û ji malbatên eskerên kuştî re sersaxî xwest.

MÎTHAT SANCAR ÊRIŞA LI GARÊ WEKE KOMKUJÎ PÊNASE KIR
“EM BAWERÎ BI DAXUYANIYÊN HUKUMETÊ NAYNIN, DIVÊ HEQÎQET DERKEVE HOLÊ”

Sancar êrişa li Gare û encamên wê weke komkujî binav kir û wiha axivî: “Cureyê êrişa li Garê û encama wê, di hiqûqa navnetewî de sûç e. Divê heqîqeta wî were zelal kirin û bi belgeyan were eşkerekirin ka mirina wan eskerên dîl çawa pêk hatiye. Bila kes ne li bendê be ku em ji gotinên wezîr û hikumetê dibêjin bawer bikin.”

Sancar di dewama axaftina xwe de şewitandina gundan û hin komkujiyên ku Dewleta trik di salên 90ê de li bakurê Kuridstanê pêkanibûn bibirxist û got rayedarên hukumetê wê demê jî bi agahiyên şaş rayagiştî xapandibûn.

Mijareke din ku hevserokê HDPê Mithat Sancar anî rojevê serdegirtian malan û binçavkirina encam û rêvebirên HDPê bû û bang li hukumetê kir ku di şêna girtina kesên nû de hemû rêvebirên partiya wan yên li zîndanê serbest berde.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv