Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CiwanNûçeyên Dawî

Meşa ciwanan a ji bo azadiya Rêber APO di roja 4 an de didome

 

BI DIRÛŞMEYA “JI BO AZADIYA RÊBER APO BI HEV RE SERHILDAN” MEŞA DIRÊJ A CIWANÊN ŞOREŞGER DI ROJA 4’AN DEWAM DIKE.

Meşa dirêj a ciwanên şoreşger di roja 4’an de ye..

Ev meş ji bo azadiya Rêber Apo li Almanyayê pêk tê.

Tevî astengiya polîsên Alman jî ciwan bi israr meşa xwe didomînin…

Meşa Ciwanan wê hefteyek dom bike…

Meşa Dirêj a ciwanên li Ewrûpayê bi dirûşmeya “Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan” roja şemiyê ji bajarê Almanya Hannoverê dest pê kir.

Ji gelek welatên Ewrûpayê derdora 250 ciwan di çalakiyê de cihê xwe digrin.

Di roja duyemîn de ciwan ji bajarê Lehrte yê Almanyayê heta bajarê Celle meşiyan.

Tevî astengiya polîsên Alman jî ciwan bi qasî 15 kîlometreyan meşiyan.

Roja 3’an jî ciwan ketin ser rê û ji bajarê Celle berê xwe dan gundê Unterlussê.

Hat ragihandin ku wê ciwan 15 kîlometreyan bimeşin û şeva xwe li gundê Ûnterlussê derbas bikin.

Meşa dirêj a ciwanên şoreşger wê heta 4 rojê din li Almanyayê dewam bike.

Di 11’ê Îlonê de wê xwe bighînin bajarê Hambûrgê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv