PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK ÇALAKIYA GIRTIYAN 81 ROJ LI PEY XWE HIŞT
Li zîndanên dewleta Tirk a dagirker girtiyên azadiyê 27’ê Mijarê beşdarî pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye bûn’ û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ev 81 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Koma 17’an çalakî dewr girt.
Girtî bi peyamên didin biryardariya xwe ya ji bo serketinê tînin ziman û banga mezinkirina têkoşînê dikin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LEYLA GUVEN:DIVÊ TECRÎD BI DENGEKÎ HEVPAR BÊ ŞIKANDIN
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Leyla Guven a ku li zindana Xarpêtê dîl-girtiye berxwedana girtiyan nirxand.
Pêşenga berxwedana sala 2018’an Leyla Guven balkişand ser tecrîd û çalakiyên ji bo azadiya rêber APO tên lidarxistin û got:
Gelê Kurd û parêzvanên mafên mirovan hemû dizanin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û ev yek nayê qebûlkirin.
Daxwazên çalakgeran pir zelal in.
Qebûlkirina van daxwazan tenê ne gelê kurd, wê tevahiya civakê rihet bike û wê pêşî demokratîkbûna welêt veke..
Di serî de bang li gelê me yê fedekar û bi giştî jî hemû derdoran dikim ku piştgirî bidin vê berxwedanê.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BIRÊZ OCALAN NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YE
Hevberdevkê komgreya demokratîk a gelan HDK Sedat Şenoglû, hevberdevkê giştî yê partiya Çepgir a Keskan Sînan Tûtal û endaêa hêzên têkoşîna Yekbûyî Mûrat Pîrcan Yaratan jî tecrîd û berxwedana rêber APO ya li dijî hêzên komplogeran nirxandin.
Siyasetmedaran di nirxandinên xwe de îşaret bi paradîgmaya rêber APO kirin û diyar kirin ku navnîşana çareseriya pirsgirêkan Îmraliye..
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYE YÊ”
ÇALAKIYA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 61’Ê, YA LI LAVRÎOYÊ JÎ DI ROJA 43’AN DE YE
Di vê navberê de çalakiya greva birçîbûnê ya li wargeha pênaberan a şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê jî didome.
Çalakiya ku meclîsa jinan a Îştarê jê re pêşengî dike di roja 60’î de ye.
Bi heman armancê li kampa Lavrîo ya Yunanistanê jî ev 43 roj in Kurdistanî di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Di çalakiyan de bang li tevahiya gelê Kurd û dostên wê tê kirin ku beşdarî pênava ‘Dem dema azadiyê’ bibin û dawî li faşîzmê bînin.