LI DIJÎ KOMPLOYÊ “PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI ŞEHBA BI DEHHEZARAN KESÎ DENGÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO BILIND KIRIN
Îro yek ji çalakiyên herî girseyî û mezin li Şehbayê li dijî komployê pêk hat.
Bi dehhezaran Efrînî û Şehbayî li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi pêngava Dem Dema Azadiyê ye daketin qadan.
Bi meşekê û mitîngekê li dijî hêzên komploger peyama têkoşîneke serketî dan.
Her wiha serketina dîrokî ya gerîlayên HPG û YJA-Starê li herêma Garê jî silav kirin.