Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê gel li dijî komploya navneteweyi li qadan bûn 15.02.2021

 

SALVEGERA 22’AN A KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ Û BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYÊ GEL LI QADAN BÛ

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûrî encama ked û paradîgmaya rêber APO ye..

Gelên li herêmê bi vê peyamê dijî komploya navnetewî rabû ser piyan.

Bajarê berxwedanê Kobanê.

Ji heft heta heftê salî gel li qadan bû.

Xelkê Kobanê bi vê meşa heybet bersiv da hêzên komploger.

Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî yek ji meşên herî girseyî jî li taxa Şexmeqsûd a Helebê pêk hat.

Li Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê meşiyan..

Xelkê Girkê Legê û Çilaxa jî bi hemû pêkhateyên xwe li qadan bûn.

Li Til Temirê jî bi heman rengî li dijî komployê meşek hat lidarxistin.

Şeniyê kampa Waşokanî jî dijî komploya 15’ê Sibatê daketin meydanan.

Girseya gel êrişên dagirkeriya Tirk jî şermezar kirin û silav dan berxwedana gerîla.

Pekhateyên Reqayê jî ji bo şermezarkirina komplo û daxwaza azadiya rêber APO meşek pêk anîn

Li Şedadê jî bi heman armancê meşek hat li darxistin.

Bi sedan pêkhateyên navçeyê tevlî meşê bûn û hêrsa xwe ya li dijî komployê anîn ziman.

Şêniyên Eyn Îsa bi yek dengî ji bo azadiya rêber xwe li qadan bûn.

Li Holê jî bi hezaran kes daketin qadan,Roja Reş ango 15’ê Sibatê protesto kirin.

Li Tirbespiyê jî bi deh hezaran kesî komplo şermezar kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv