LI BAKURÊ WELAT TEVGERA DAGIRKERIYÊ
LI QADÊN ÇIYAYÎ YÊN ŞIRNEX Û SÊRTÊ TEVGERA DAGIRKERIYÊ HEYE
Li qadên çiyayî yên di navbera Şirnex û Sêrtê liv û tevgera dagirkeriyê heye.
Wezareta Tirk li ser hisabê xwe yê înternetê navê tevgera xwe ya dagikeriyê “Eren-10 Gabar” ragihand.
Di tevgera dagirkeriyê de hezar û 73 cendirme, polîs û cerdevan cih digirin.
Tevgera dagirkeriyê ku di rojên derbasbûyî de li herêma Omeryan a Nisêbînê destpêkiribû jî berdewam dike.