Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Îtaliya û Misrê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 10.02.2021

 

“DEM HATIYE, JI OCALAN RE AZADΔ
LI ÎTALYA Û MISRÊ DAXWAZA AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBER APO

Bi nêzbûna salvegera 22’yan a Komploya Navnetewî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo jî zêde dibin.

Kampanya û pêngavên hatine destpêkirin bi dirûşma; “Dem hatiye ji Ocalan re azadî” tê formulekirin.

Bi vê dirûşmê sazî û dezgehên cîhanî, derdorên xwedî wijdan, akademîsyen, rewşenbîr, entellekuel û hunemend daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.

Kampanya azadiyê li Îtalyayê her roja derbas eleqeya jê re û tevlibûn mezin dibe.

Li Îtalyayê 3 saziyên din jî peyama Dem hatiye ji Ocalan re azadî dan.

Dibistana Gel a Antonio Gramsci, Kovara iL Bene Comune û Sendîkaya Mamostayan a Sardunyayê, tevlî
kampanyayê bûn û yekser ji sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterers re name şandin.

Kovara iL Bene Comune kovareke çandî ya mehane ye û li Îtalyayê zêdetirî 20 salan e peryodîk weşanê dike.

Sendîkaya mamosteyan jî sazûmaniyeke li seranserî Îtalyayê mamosteya bi rêxistin dike.

Ne bi tenê li Îtalyayê li gelek deveran ev kampanya dewam dike.

Li Misrê jî bi heman armancî rewşenbîr kampnayayê bi rê ve dibin.

Li Misrê ji bo azadiya Rêber Apo Komîte hatiye avakirin û ji 1’ê mijdara 2020’an ve ev komîte îmze kom dike.

Komîteya Ji Ocalan re azadî daxuyaniyek da û ji hemû rewşenbîr, nivîskar, rojnameger, siyasetmedar û demokratên cîhanê xwest ku tevli kampanyayê bibin.

Komîteyê di daxuyaniyê de got:

Azadiya Ocalan daxwaza gelan e. Em bang li parêzvanên mafên mirovan,demokrat, welatparêzên jiyana demokratîk, bi taybetî jî saziyên navneteweyî dikin, azadiya Ocalan destek bikin.

Bi vê lînka ku niha li ser erkanên we de tê xuyakirin, karin tevlî kampanyayê bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv