Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li gelek bajarên Ewrupayê Kurdistanî û dostên xwe li qadan bûn 04.02.2021

 

“DEM DEMA AZADIYA RÊBER APO YE”
LI GELEK BAJARÊN EWRUPAYÊ KURDISTANÎ Û DOSTÊN XWE LI QADAN BÛN

“Dem Dema Azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ye”

Bi vê dirûşme Kurdistanî û dostên xwe yên Ewrûpî her roj li qadan e.

Li bajarê Swîsre Cenevê çalakiya li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî dewam dike.

Beşdaran berxwedana li zindanan silavkirin û bang li gel kirin ku hin zêdetir xwedî li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ derkevin.

Di vê navberê de ji bo azadiya rêber APO û şermezarkirina komployê wê 6’ê sibatê li Lûzernê:

10’ê Sibatê Baselê û 11’ê Sibatê jî Solothornê meş werin li darxistin.

13’ê Sibatê jî wê li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ya Cenevê mîtîngek were li darxistin.

Li paytexta Belçîka Brûkselê jî Kurdistaniyan ji Neteweyên Yekbûyî re name şandin.

Kurdistaniyan diyar kirin ku ewê xebat û têkoşîna xwe heta azadiya rêber APO bidomînin.

Li paytexta Almanya Berlînê jî ciwan li qada Leopoldplatzê kom bûn gel derbarê tecrîdê de agahdar kirin.

Bi heman armancê li bajarê Fransa Bordoyê jî ciwan li qada Grand Thatrey li hev civiyan û çalakiyek li darxistin.

Li bajareke dîn ê Fransa Marsîlyayê jî ciwanan bi çalakiyekê balkişandin ser tecrîdkirina rêber APO.

Li paytexta Îtalya Romayê jî, ji bo danasîna fikr û felsefeya rêber APO belavok hatin belavkirin.

Gel eleqeyeke baş nîşan da..

Komîteya ‘Ji Ocalan re azadî’ jî wê 13’ê Sibatê jî li Romayê mîtîngekê organîze bike..

Di vê navberê de Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstûryayê jî plansaziya çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê eşkere kir.

Bernameya çalakiyan wiha ye:

6’ê Sibatê li Viyanayê standa îmzeyan bê danîn.

12’ê Sibatê wê di navbera St. Polten û Viyanayê de bi wesaîtan tur bê avêtin.

13’ê Sibatê wê Viyana meş û li Graz, Lînz û Înnsbrûckê jî mîtîng pêk werin.

15’ê Sibatê li Viyana meşeke bi meşaleya bê lidarxistin

Her wiha wê li navendên civaka demokratîk hemûyan name ji Neteweyên Yekbûyî re bên şandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv