Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li dijî Kurdan bikaranîna çekên kîmyewî: Artêşa dagirker herî dawîn li Garê çekên kîmyewî bi kar anî 17.02.2021

 

LI DIJÎ KURDAN BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
ARTÊŞA DAGIRKER HERÎ DAWÎN LI GARÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎ

Çekên kîmyewî bi gelek peyman û lihevkirinan wekî sûcekî şer tê qebûlkirin.

Ev çek û amûrên ku pê çekên bi vî rengî werin çêkirinû hatine qedexekirin.

Dewleta tirk jî tevî dewletên din ên cîhnê di 29’ê nîsana 1997’an de Peymana Çekên Kîmyewî îmze kir.

Got ku wê van çekan bi tu awayî bi kar neyne.

Lê herî dawîn ew çek di êrişa li dijî Garê de ji aliyê hikûmeta tirk a faşîst ve hat bikaranîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 16’ê sibatê de diyar kir ku artêşa tirk li Garê çekên kîmyewî bi kar aniye.

Di nêzdîroka Kurdistanê de ji aliyê dewleta tirk ve çek û gazên kîmyewî di komkujiyên li Dersîmê hatine bikaranîn.

Fermandarên ku qesabên kurdan bûn, di bîranînê xwe de dibêjin; me we weke mişkan di şikeftan de jehrî kirin.

Piştî salan derket holê ku Almanyayê ev gaz ji bo rejîma kemalîst firotine.

Ji Dersîmê ji 1938’an dema em tên 1988’an îcar em li Helepçeyê dibin şahidê bikaranîna çekên kîmyewî.

Welatên rojavayî jî weke tedarîkwanên van çekan derdiekvin pêş. Lê yek ji wan jî ji ber vî sûcî nehatin darizandin.

Dibe ku ev her du dîrok ji roja me ve dûr xuya bikin lê ji salên 1990’î ve li hemberî gerîlayên Kurdistanê jî gelek caran ev çek hatine bikaranîn.

Di 17’ê gulana 1994’an de 22 xwendevanên dersxaneyê li Meletiyê berê xwe dan nav refên gerîla.

Li Çiyayê Bêzarê li Semsûrê bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin.

Di sala 1995’an de artêşa tirk li herêma Geliyê Şêx Cuma ku dikeve navbeyna Sêrt û Bedlîsê çekên kîmyewî bi kar anî. Di encamê de 80 gerîla şehîd bûn.

Li gorî raporênn ÎHD’ê di navbeta 1994 û 2011’an de li dijî gerîla 41 car çekên kîmyewî û biyolojîk hatiye bikaranîn.

Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî 437 gerîla şehîd bûne.

Hikûmeta faşîst di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de li Cizîrê jî çekên qedexe bi kar anîn.

Faysal Sariyildiz ku wê demê wekîlê HDP’ê yê Şirnexê bû, nameyek ji saziyên navnetewî re şand, xwest li Cizîrê lêpirsîn were kirin.

Sariyildiz di nameya xwe de gotibû: “Encamên otopsiyê hene ku tê de gelek ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane, bi şewitandinê hatine kuştin û laş jî parçe bûne.

Dewleta tirk a dagirker di şerê xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê de jî li Efrînê, li Girê Spî, Serêkaniyê û Til Temirê jî çekên qedexe ê yên kîmyewî bi kar anîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv