Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li dijî dagirkeriya tirk a li Efrînê sibê çalakî pêk tên, TJK-E banga beşdariyeke xurt a li çalakiyan kir 19.02.2021

 

LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK A LI EFRÎNÊ SIBÊ ÇALAKÎ PÊK TÊN
TJK-E’YÊ BANGA BEŞDARIYEKE XURT A LI ÇALAKIYAN KIR

Tevgera jinên Kurd a Ewrûpayê ji bo çalakiya sibe daxuyaniyek da û ev bang kir.

Li Efrînê li ber çavê cîhanê qirkirin pêk tê, herî zêde jî jin tên kuştin.

Li dijî qirkirina jinan divê mirovahî hemû dengê xwe bilind bike.

Yek ji mijara me ya sereke ya kampanya “ji bo darizandina dîktatorekî sed sedem” qirkirina jinan a li Efrînê ye.

Ji ber sûcên dike, divê Erdogan demildest li dadgehên navneteweyî were darizandin.

Netewên Yekbûyî ji bo jenosîda li Efrînê divê rojek berî rojekê bikeve tevgerê.

Konseya Ewrûpa divê ambargoyê deyne ser Tirkiyê.

Divê qirkirina jinan li qada navneteweyî weke sûc were dîtin.

TJK-E diyar kir, ewê sibe bibin dengê jinên Efrînê û banga tevlîbûnê li herkesî kir.

Çalakî sibe di serî de li Ewrûpayê wê li gelek navendan werin lidarxistin.

Di serî de KCDK-Ewrûpa, gelek sazî, rêxistin û partiyên siyasî wê di çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk de cihê xwe bigirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv