Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Brîtanyayê 10 rojname ji bo azadiya Rêber Apo îlan da 23.02.2021

 

“DEM HATIYE, JI OCALAN RE AZADΔ
LI BRÎTANYAYÊ 10 ROJNAME JI BO AZADIYA RÊBER APO, ÎLAN DA

Kampanya bi dirêşma “Dem Hatiye, ji Ocalan re azadî” li gelek qadan bi çalakiyên cihêreng dewam dike.

Li gelek deverên cîhanê xwepêşandan û komkirina îmzeyan, li ser asta ragihandinê jî kampanya tên meşandin.

10 rojnameyên li Brîtanyayê bi sernivîsa “ji Ocalan re azadî” îlanên tam rûpel dan..

Rojnameyên îlana azadiya Rêber Apo bi xwendevanên xwe re parve kirine ev in:

Hucknall Dispatch, The Gazette, The Guardian, Advertiser, Rasen Mail, Sunderland Cho, Sleaford Standard, Visitor, The News Courier û The Bucks Herald..

Di îlanên rojnameyan de ev xal hatin bicihkirin:

Ti civak bi qasî Kurd êş nekişandiye. Kurd bi lehengiyeke mezin li dijî DAIŞ’ê şer kirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî jiyaneke nû ava dikin.

Kurd her gavê daxwaza çareseriya aştiyane kirine.

Tevî vê yekê jî dewleta Tirk her êrişî Kurdan dike.

Cîhan jî li hemberî vê bê deng e.

Bêtirî 20 salan e li dijî Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke dijwar heye.

Êdî dem hatiye ku ev tecrîd bidawî bibe û Ocalan were azadkirin.

Di îlanan de ji bo çareseriyê jî ev daxwaz hatin kirin:

Divê tecrîd hemen rabe û Ocalan azad bibe.

Zextên dewleta Tirk li hemberî hêzên muxalif werin bidawîkirin.

Girtiyên siyasî li zindanên Tirkiyê werin berdan.

Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî were bidawîkirin û bi desteka hêzên navnetewî pêvajoya aştiyê dest pê bike.

 

Ev jî hatin dîtin

Meclîsa gel a Binarê Qendîlê 2. Kongreya xwe li darxist 26.02.2021

Stêrk Tv

Li Rojhilatê Sûrî êrişa balafirên amerikî 26.02.2021

Stêrk Tv

Celal Başlangiç: Xelaskirina rehîneyan an jî xwe jê xelas kirin! 26.02.2021

Stêrk Tv

Ahmet Aktaş: AKP-MHP, dibe ku çi bikin! 26.02.2021

Stêrk Tv

Xwediyên Facebookê li gorî dilê dewleta tirk hesabên kurdan digrin 25.02.2021

Stêrk Tv

Serencama çekên qedexe yên artêşa tirk 25.02.2021

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!