LI AMEDÊ TERORA POLÎSÊN TIRK
MAL SERÛBIN KIRIN, KESEK DÎL GIRTIN
Li gorî agahiyan, polîsan serê sibehê avêtin ser mala Zozan Dogrû.
Hate ragihandin ku serdegirtin ji ber parvekirinên Dogrû yên li medya dîjîtal hate kirin.
Polîsan ji ber ku Dogrû li malê nedît bavê wê Nasir Dogrû dîl girtin.
Polîsan piştre avêtin ser mala xwişka Zozan Dogrû Semra Dogrû ya li taxa Gazîler a navçeya Peyasê.
Piştî ku mal serûbin kirin, bêyî ku pirsekê bikin ji malê derketin.
Ji aliyê din ve li Manîsayê 8 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên di operasyona qirkirina siyasî ya 15’ê Sibatê de hatibûn binçavkirin, 3 jê hatin girtin.