Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîZarok

Li Amedê Akademiya Mafên Zarokan destpê bi karê xwe dike

 

Komeleya Hêviyên Rengîn li Amedê ji bo zarokan akademiyek vedike.

Komele plan dike ku bi destpêka meha Mijdarê heta dawiya meha adarê gelek atolyeyan çêbike.

Qonaxa destpêkê ya Akademiya Mafên Zarokan a ku Komeleya Hêviyên Rengîn pêkaniye, wê dest pê bike.

Atolye, wê 15 rojan bidome û di navbera rojên 1’ê mijdarê û 28’ê adara 2021 dê pêk were.

Di vê xebatê de bi giştî naveroka 10 atolyeyên cûda wê bê plankirin.

Têkildarî atolyeyên ku bi piştevaniya Protect Defendersê pêktê Alper Şahîn, Koordînatorê Akademiyê ya Komeleya Hêviyên Rengîn ev agahî dan:

Di qadên mafên zarokan de kêmahiyên mezin hene. Nexasim di dema şerê bajaran de gelek saziyên ji bo mafên zarokan dixebitîn hatin girtin. Niha saziyên nû hatine vekirin û divê di mijara mafên zarokan de kar û xebatên mezin werin kirin.

Li Amedê der barê mafên zarokan de ji bo pêkanîna ziman û jiyaneke hevpar, qadên nîqaşan yên ku li benda bihêzkirinê ne hene. Em bi vê akademiyê dixwazin gaveke di vî warî de biavêjin.

Beriya niha jî Komeleya Rengên Hêviyê ji bo texrîbata şer a li ser zarokan sivik bike gelek atolyeyan vekiribû.

Dîsa di çarçova xebatan de ji bo zarokên li herêmên şerî dimînin pêlîstokan komkirinbûn û li zarokan belav kiribûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv