Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li 3 rojnameyên Îngîlîz û li Il Manifesto ya Îtalî de der barê kampanya ji bo azadiya Rêber Apo îlan hatin weşandin 12.02.2021

 

“DEMA AZADIYA OCALAN HATIYE”
LI 3 ROJNAMEYÊN ÎNGÎLÎZ Û LI ÎL MANÎFESTO YA ÎTALÎ DE ÎLAN HATIN WEŞANDIN

Sendîkayên îngîlîz ên xwedî bi mîlyonan endaman bi îlanên didin rojnameyên welatên cûda balê dikişînin ser kampanya dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye.

Îlanên girîngiya azadiya Rêber Apo destnîşan dikin di 4 rojnameyên îngîlîz ên wekî Dagenham Post, Safron Walden Reporter û Hackney Gazette de derketin.

Li Îtalyayê jî, tora hevgirtina dosta a Kurdistan-Îtalya û Buroya Enformasyon a Kurdistanê heman îlan da rojnameya Îl Manîfesto.

Îlan bi sernavê “ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Rojhilata Navîn û Tirkiyê re aştî” hatin weşandin.

Di îlanan de rola fikrên Rêber Apo yên ji bo çareseriyan hatiye destnîşan kirin û ev daxwaz hatine rêzkirin:

Bila zûtir tecrîd û îzolasyona li ser Abdullah Ocalan bê bidawîkirin.

Lîderê girtî yê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan.

Zextên li ser Kurdan bên bidawîkirin.

Girtiyên polîtîk ên li zindanên Tirk bên berdan.

Tirkiye tevgerên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî û Iraqê bi dawî bike.

Bila raya giştî ya navnetewî piştgirî bide hewldanên çareseriya siyasî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv