Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Les Levidow: Dewleta tirk dixwaze Ocalan bêdeng bike 20.02.2021

 

“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
LES LEVIDOW: DEWLETA TIRK DIXWAZE OCALAN BÊDENG BIKE

Ji avakarên Kampanya Dijberî Sûcbarkirina CIvakan Les Levidow li Brîtanyayê bi têkoşeriya xwe tê naskirin.

Ew li Brîtanyayê li dijî qanûna antî terorê ku bûye zexteke mezin li ser hemû gelan têdikoşe.

Les Levidow di hevpeyvînekê xwe de li ser doza kurdî û azadiya Rêber Apo axivî.

Levidow dibêje; dewleta Tirk dixwaze kurdan lê bi taybetî jî Ocalan bêdeng bike.

Piştî zextên dewleta Tirk Netewên Yekbûyî PKK xist nav lîsteya terorê.

Bi ya min divê PKK ji nav vê lîsteyê were derxistin.

Divê daxwazên gelê kurd werin qebûlkirin.

Levidow destnîşan dike ku ew wextekî ji bo mafê gelê Filistinê jî têkoşiyaye û wiha pêde diçe:

Di sala 2005’an de dema îtîfadayê min li kêleka gelê Filistinê têkoşoya.

Îro jî ez bi gelê kurd re me. Divê êdî dawî li vê tecrîdê were. Daxwazên kurdan werin qebûlkirin.

“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
JEAN-CHIRISTOPHE SELLIN: OCALAN JI BO KURDAN WEKE NELSON MADELA YE

Yek ji kesayetên ku ji bo azadiya Rêber Apo di nava hewldanan de ye jî siyasetmedar Jean-Christophe Sellin e.

Jean-Christophe Sellin endamê Partiya Çep a Fransayê ye. Ew di heman demê de Berpirsê Têkiliyên Derve yê Tevgera Serînetewîne ye.

Jean-Christophe Sellin jî beriya bi demekî tevli Kampanya Dem Hatiye Ji Ocalan re Azadî bû.

Ew der barê Rêber Apo de vê nirxandinê dike:

Bi rastî jî cihê xemgîniyê ye ku Ocalan hîn jî di girtîgehê de ye.

Li gorî min Ocalan yek ji wan kesên girîng e ku dikare çareseriyê bîne Rojhilata Navîn.

Ew ne tenê ji bo kurdan, ji bo Tirkiye û herêmên din jî karîbû modela ‘Konfederalîzma Demokratîk’ pêş bixe.

Ev model ji bo hemû gelên cîhanê jî çareserî ye.

Ocalan ji bo kurdan weke Nelson Madela ye.

Li gorî min heke ew li dora masê rûnê wê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn çareseriyeke adil çêbibe.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv