Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koordînatora ICOR’ê: Li dijî faşîzma tirk divê eniyeke hevpar were ava kirin 26.02.2021

 

ÊRIŞÊN DAGIKERIYA DEWLETA TIRK
KOORDÎNATORA ICORÊ: LI DIJÎ FAŞÎZMA TIRK DIVÊ ENIYEKE HEVPAR WERE AVAKIRIN

Koordînatora Koordînasyona Entenasyonal a Rêxistin û Partiyên Şoreşger ICOR’ê Monîca Gartner Engel ji ajansa Hawarê ANHA’yê re axivî.

Wê destpêkê êrişa li dijî Garê ya rejîma faşîst a tirk rûreş kir.

Engel diyar kir ku dewleta tirk li dijî herêmên cuda bi armanca dagirkeriyê êrişan dike û got:

Erdogan beriya bi demekî ji bo ku bibe rûyê nû yê Osmaniyan li Sûriye û Iraqê xwest ji xwe re qadeke stratejîk bi dest bixe.

Li gel vê daxwazê li nav Tirkiyê jî hem di siyasetê de hem jî li dijî kedkaran û beşên din ên civakê zexta xwe zêde kir.

Bi eşkereyî ev dewlet dijminatiya kurdan dike.

Koordînatora ICOR’ê bal kişand ser êrişên li HDP’ê tên kirin jî û got:

4 rojan êrişî Garê kirin, di heman demê de êrişî HDP’ê jî kirin.

Zêdetirî 700 endam û rêveberên HDP’ê binçavkirin.

Divê hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Monîca Gartner Engel şirîkatiya PDK’ê ya bi rejîma faşîst re jî rexne kir û got:

Hevkariya PDK’ê xizmetê ji berjewendiyên kurdan re nake.

Monîca Gartner Engel diyar kir ku di serî de Almanya dewletên Ewropî hevkarê rejîma faşîst a Erdogan in

û xwest hemû welatên Ewropayê li dijî van êrişan helwest nîşan bidin.

Koordînatora ICOR’ê îşaret bi girîngiya têkoşîna hevpar kir û got:

Ji bo ku dagirkerî û faşîzm bi dawî bibe divê teqez eniyeke hevpar a têkoşînê were avakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv