Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koordînasyona KJK’ê: Rêber Apo şervan û helwesta dîrokî ya azadiya gelê Kurd e 11.02.2021

 

KOORDÎNASYONA KJK’Ê
RÊBER APO ŞERVAN Û HELWESTA DÎROKÎ YA AZADIYA GELÊ KURD E

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera 22’yan a komploya navnetewî daxuyaniyek da.

Koordînasyonê destnîşan kir ku sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê wê bi têkoşîna hevpar a gelên herêmê û cîhanê bê têkbirin.

KJK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de hemû şehîdên proseya şikandina pergala Îmraliyê, şehîdên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ bi bîr anî.

KJK’ê îşaret bi berxwedana Rêber Apo û gelê kurd a li dijî qirkirinê kir û prose wiha nirxand:

Rêber Apo li Îmraliyê şervan û helwesta dîrokî ya ji bo paşeroja azad a gelê Kurd e.

Çavsoriya vê faşîzmê di vê astê de ji ber wê yekê ye ku nekariye vê hêza îradeyê têk bibe.

Sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê şênberiya şerê giran û polîtîkayên li ser Kurdistanê ye.

Têkbirina vê sîstemê li Kurdistanê û herêmê têkbirina serweriya mêr û faşîzmê ye.

KOORDÎNASYONA KJK’Ê:
PARADÎGMAYA RÊBER APO JI ALIYÊ JINAN Û GELÊN CÎHANÊ VE TÊ QEBÛLKIRIN

Koordînasyona KJK’ê îşaret bi xwedîderketina li fikr û ramanên Rêber Apo kir û wiha hat gotin:

Li cîhanê rojevbûna azadiya Rêber Apo, pêwendiya xwe bi qebûlkirina paradîgmaya jiyana nû heye.

Asta navnetewî ya sîstema Îmraliyê, wê bi pêşengiya jinan, bi têkoşîna hevpar a gelan bê têkbirin.

Rêber Apo li pêşberî her cûre pirsgirêk û krîzê hêza çareseriyê ye.

Azadiya Rêber Apo yekane rê û çare ye ku derfetê bide vê hêza çareseriyê.

KOORDÎNASYONA KJK’Ê:
DEMA PARASTINA JINA AZAD Û CIVAKA AZAD E

KJK’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi girîngiya mezinkirina Pêngava ‘Li dijî qirkirina jinê, dema parastina jin a azad û civaka azad e’ kir.

Dem hatiye ku sîstema faşîst a bi tirsa têkçûnê bêperwa bûye, bê têkbirin.

Eger çalakî û armanca pêngavê bi gavên wêrek, ji bo azadiyê bê birêxistinkirin, sala 23’yan a komployê wê bibe sala têkçûna komployê.

Bi vê armancê, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were misogerkirin ku şens û hêviya azadiyê ya me hemûyan e.

KJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de di serî de li jinan bang li hemû gelan kir û got:

Dem hatiye ku em 15’ê Sibatê ji roja qirkirinê derxin, veguherînin salvegera serketina hêviyê û bi vê baweriyê têkoşînê bigihînin asta encagirtinê.

Bi vî ruhî û îdiayê em bang li jinan û her kesî dikin ku komploya 15’ê Sibatê bi rengê herî xurt şermezar bikin, tevlî çalakiyan bibin.

Em ê azadiya Rêberê xwe, jinan û gelan teqez misoger bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv