Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJAR: Li dijî komployê ya ku qezenc bike wê jiyana nû ya gelan be 12.02.2021

 

KOORDÎNASYONA KJAR’Ê:
LI DIJÎ KOMPLOYÊ YA KU QEZENC BIKE WÊ JIYANA NÛ YA GELAN BE

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilat KJAR’ê der barê salvegera 22’an a komploya navnetewî daxuyaniyek da.

KJAR’ê di destpêka daxuyaniyê de şehîdên proseya têkoşîna li dijî komployê, şehîdên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ bi bîr anî.

KJAR’ê îşaret bi berxwedana li dijî komployê kir:

Berxwedana gelan a leheng û xeta şehîdên me yê leheng hatiye pûçkirin.

Komploger bi şerê qirkirinê, tecrîd, îzolasyonê û pergala êşkencê re tê xwestin ku di roja me de komployê nû bikin.

Li hemberî vê, bi pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ gelê me li her deverê komplo careke din pûç dike.

KJAR’ê destnîşan kir ku hêzên komploger di kesayeta Rêber Apo de kurdên azad jina azad û nîrxên mirovahiyê yê sosyalîzmê hedef digre.

KJAR’ê bal kişand ser mezinbûna Paradîgmaya jiyana nû jî û ev nirxandin hat kirin:

Îro paradîgmaya azadiyê; ji bo bilindkirina têkoşîna jinan, gelên cîhanê hatiye rewşa modelekê.

Xeta Rêber Apo ya Netewa Demokratîk li hemû cîhanê bûye xeta jin û gelan.

Li derdora berxwedana Rêbertî, têkoşîna gelan, jinan ya ku bipêşdikeve, dibe rûxandin û xilasbûna Komploya Navnetewî.

Di sala 2021’an de jî ferasetên komploger wê hê zêdetir winda bikin.

Ya ku wê qezenç bike wê bibe berxwedana demokratîk a civakî û hêza rêxistinbûyî ya jin û gelan.

KJAR’ê balkişand ser rêxîna komployê û wiha hat gotin:

Di 23’yêmîn sala Komploya Navnetewî de xeta Rêber Apo ya Modernîteya Demokratîk û berxwedana civakî qezenç kiriye.

Gel û jinan qezenç kiriye. Hêzên komploger yê hegemon winda kirine!

KJAR’ê di dawiya daxuyaniya xwe de xwest hemû gel bi xurtî tevli çalakiyên li dijî komployê bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv