Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Polîtikaya qirkirinê li Garê bi berxwedana gerîla têk çû 15.02.2021

 

TÊKÇÛNA DEWLETA TIRK A LI GARÊ
ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER LI GARÊ ŞIKESTINEKE MEZIN XWAR

10’ê Sibatê ber destê şefeqê artêşa Tirk a dagirker li dijî herêma Garê dest bi êrişeke dagirkeriyê kir.

Wezîrê şerê taybet Hulusî Akar bixwe eşkere kir, ku di êrişê de 40 balafir, bi dehan helîkopter û bi hezaran esker hatine bikaranîn.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê heman rojê raya giştî agahdar kir.

Di daxuyaniyê de HPG’ê diyar kir ku, gelek qadên Garê bi balafirên şer dehan caran bi bombeyên kazanê hatine bombekirin.

Fermandariya HPG’ê ya Eyaleta Garê jî têkildarî êrişê, 11’ê Sibatê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ragihand ku bi taybetî kampeke êsîrên şer lê tên ragirtin hatiye bombekirin.

Di wê kampê de 2 jê rayedarên MÎT’ê 13 esker û polîs dihatin ragirtin.

HPG’ê jî 12’ê Sibatê ragihandibû, ku şerê li qada Siyanê bi înîsiyatîfa gerîlayan pêk tê û di vî şerî de bi dehan kuştiyên artêşa dewleta Tirk a dagirker hene.

Wezîrê şerê taybet Hulusî Akar der barê êrişa li dijî Garê digot; em ne bi tenê ne; em bi dost û mutefîkên xwe re tevgera li dijî Garê koordîne dikin.

Her wiha gotibû, armanca wan tinekirina hêza gerîla ya li herêmê ye.

Şefê rêjîma faşîst Erdogan jî beriya pêla êrişan gotibû; wê 10’ê Sibatê mizgîniyekê bide.

Hisabê wan ew bû bi hêza xwe ya teknîk herêma Garê bi dest bixin.

Lê gerîlayên azadiya Kurdistanê hisabên wan têk birin.

Wisa lê hat ku Erdogan nekarî biaxive.

Heman Erdogan di Kongra AKP’ê ya Rîzeyê de li xwe mikur hat.

Got: em bi ser neketin.

Şerê li Garê ji 10 heta 14’ê Sibatê dewam kir.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê derbên giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker dan

Eskerên dagirker piştî bombebarana bi balafiran, bi helîkopteran çiqas xwestin li herêmê deynin jî, gerîla ew derb kirin.

ANF’ê dîmenên ji qada şer belav kir ku tê de jî bi zelalî tê dîtin, helîkopter ji ber bersiva gerîlayan nikarin xwe daynin û vedikşin.

Li ser vê têkçûyînê 14’ê Sibatê nîvê şevê, wezîrê şerê taybet Hulusî Akar bi daxuyaniyekê vekişandina hêzên xwe ji herêma Garê ragihand.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv