KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê:
ARMANCA SEREKE YA KOMPLOYÊ BÊ STATÛ HIŞTINA KURDAN BÛ
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê şehîdên hûn nikarin roja me tarî bikin bi bîr anîn û berxwedana Rêber Apo û çalakiyên li dijî komployê bi coşeke mezin silav kirin.
KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê:
BERXWEDAN Û AFIRÎNERIYA RÊBER APO Û GELÊ ME PÊŞÎ LI KOMPLOYÊ GIRT
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi bîr xist ku armanca sereke ya komployê bê rêber, bê nasname û bê statu hiştina gelê Kurd bû.
Bi berxwedana mezin a Rêber Apo û bi xwedîderketina gelê me, pêşiya armanca qirêj a komployê hat girtin.
KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê:
KODÊN REJÎMA FAŞÎST DI TECRÎDA ÎMRALIYÊ DE VEŞARTÎNE
Konseya Serokatiyê anî ziman ku kodên rejîma faşîst di tecrîda Îmraliyê de veşartîne û got:
Lewma divê gelên li Tirkiyê hemû, vê rastiyê bibînin û têkbirina vê pergala êşkencê ya Îmraliyê esas bigirin.
Hêzên hegemon ên navnetewî ji ber paradîgmaya Rêber Apo, çavên xwe li êrişên qirker ên dewleta Tirk li Rojava, Başûr, Şengal û Mexmûrê digirin.
KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê:
RÊBER APO ÊDÎ BÛYE RÊBERÊ RIZGARIYA DEMOKRATÎK A GELAN
Konseya Seroaktiya Giştî ya KCK’ê da zanîn ku her fikrên Rêber Apo belav dibin, eleqe û sempatiya ji bo wî zêde dibe û got:
Lewma Rêber Apo êdî ne tenê Rêberê gelekî, weke Rêberê rizgariya demokratîk ê gelan tê dîtin.
Çawa hêzên komploger Rêber Apo li çarmixên Îmraliyê dan, tişta ku wan mixan yek bi yek derxe jî wê berxwedana gelan be.
KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê:
ROJÊN SERKETINÊ NÊZÎK IN, EM Ê TEQEZ BI SERKEVIN
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bal kişand ser pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” jî.
Em aliyên ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin hemûyan silav dikin.
Wê serketin a gelê me yê berxwedêr û dostan be.
Rojên serketinê nêzîk in, em ê teqez bi serkevin.