Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
GiştîNûçeyên Dawî

KCÊE’yê li dijî komploya li ser Şengalê bang kir 11.10.2020

KCÊE’yê bal kişand ser dek û dolabên li ser Şengalê tên gerandin û diyar kir, “Civaka Êzîdî we li dijî van êrişan di rêya Tawîsî Melek de têbikoşe û bibe yek. Rêya çareseriyê naskirina îradeya civaka Êzîdî ya li Şengalê û diyaloga bi hemû Êzidiyan re.”

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊE) li ser dek û dolabên li ser Şengalê tên gerandin daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin, “Beriya demekê du aligirên wezareta karê derve yên Dewletên Yekbuyî yê Amerîkayê Joey Hood û David Kopley derbarê çarenûsa Şengalê de, daxuyaniyên sosret dabûn û gotibûn divê Dewleta Tirk, PDK û hûkûmeta Iraqê, li ser Şengalê lihev bikin û bigihêjin yek biryarê. Bê beriya Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an Şengal û civaka Êzîdî, çawa armanca tinekirinê ya van hêzan bû, piştî Fermanê jî ev yek neguherî û herdem îradeya civaka Êzîdî a azad û Şengal bûye armanca êrişa wan. Civaka Êzîdî û Şengal ku di nav qirkirin û Fermanê de derbes dibe, ji aliyê van hêzan ve, rastî hemû cûre êrişî tê û mecal nayê dayîn ku ew birînên Fermanê bipêçe û xwe komî ser hevdû bike.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Beriya 3’yê Tebaxa 2014’an û roja 3’yê Tebaxê sê hêz li ser erdê Şengalê û li ezmanên wê hebûn. PDK bi nêzî 13 hezar Pêşmergeyên xwe hukûmeta Iraqê bi nêzî 10 hezar leşkerên xwe û DYA’yê bi hêza xwe ya azmanî û bi bandora xwe ya li ser tevahiya Iraq û herêmê. Lê belê civaka Êzîdî bi awayekî komplo û hileyan radestî çete û hovên rejima Erdogan kirin. Piştî ku rejima Saddam hat rûxandin, yekemcar û bi awayekî ku encama wê bibe tinekirina civak û baweriyekê lihevkirinek di navbera PDK, Hukûmeta Iraqê, DYE û Dewleta Tirk de pêk hat. Êrişa DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê bi komplo û pîlanek pir bi qirêj bi piştgiriya van hêzan hat lidarxistin. Encama vê yekê ya li ser civaka me, ji tevahiya Ferman, qirkirin û êrişên di dîrokê zêdetir bû. Cara yekem dîrokê civaka Êzîdî û Şengal ewqasî nêzî ji holê rakirin û tûnebûnê ye.

Mixabin cîhan li hemberî vê yekê xwe ker û lal kiriye, bi taybetî jî hêzên desthilatdar ên li cîhanê û li ber çavên wan, civak, baweriyek û şaristaniyek ji holê tê rakirin û qirkirin. Tevî êriş, komplo, fermana herî dijwar ya di dîroka de û bêxemsariya cîhanê jî, ev 6 salin ku civaka Êzîdî bi îradeyek ji pola ku di encama serpêhatiyên bi sedê salan û baweriya bi Tawisî Melek û Xwedê derketiye û çêbûye, hewl dide carek din li ser axa xwe, rayên xwe di nav erdê xwe de xûrt bike, jiyanê biafirine û baweriya li ser hîmê Êzîdîtayiyek azad û Tawisî Melek qewîn bike û pêşî li tûnekirinê bigre. Belê civaka Êzîdî di vê rêyê de, serketinên ku hêzên komploger, êrişkar û qirker ti carî ne li bendê bûn bidestxistin û Êzdayetiya Azad û xwedî îrade ji êş, elem, kuştin, xwîn, qirêna jin, zarok, dê, bav, pîremêr û pîrejinên Êzîdxanê ji nû ve avakirin û gotin em li vir bûn, em li virin û emê herdem li vir bin.”

‘HÊZÊN TARÎ DI ROJA KOMPLOYÊ DE LI DIJÎ CIVAKA ÊZIDÎ BIRYAR DAN’
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Bêguman ev yek bi piştgiriya Tevgera Azadiya Kurdistanê, derdorên xwedî ojdan, hûmanîst, demokrat û hêzên demokrat bidestxist. Lê belê ev ji nû ve avakirina îradeya azad ya Êzîdxanê û israra wê ya li ser ax û koka xwe, dîsa bû kelem di çavên hêzên koploger, êrişkar, qirker û hegemonîk de û di 9’ê Cotmeha 2020’an de biryara fermanek nû ji ya 3’yê Tebaxa 2014’an hîn xetertir dan. Ya herî balkêş ew bû ku lihevhatina derbarê tinekirina îradeya civaka Êzîdî û Şengalê de, di rojek ku êdî ji aliyê hemû gelê Kurdistanê û herêmê ve wek roja komployê tê nasîn de hat standin. Hêzên tarî carekdin biryara qirkirinê di 9’ê Cotmehê dan û li ser ji holê rakirina civaka Êzîdî biryar dan. Di 17 salên dawî de, piştî rûxandina rejima Saddam carekdin cara duyem PDK, Hukûmeta Iraqê, DYE û Dewleta Tirk a qirker lihevkirin û ev lihevkirina wan dîsa bû civaka Êzîdî û Şengal. Bê çawa cara yekem di qirkirina 3’yê Tebaxê de lihevkirin, di 9’ê Cotmehê de dîsa lihevkirin. 3’yê Tebaxê de biryara tinekirinê bi destê DAÎŞ’ê kirin meriyetê, 9 Cotmehê jî bi destê PDK û Erdogan dikin meriyetê.

Encamê biryara komploya 9’ê Cotmehê wê ne kêmî ya 3’yê Tebaxa 2014’an be û dibe ku jê hîn xerabtir bibe. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de, tevî hemû zahmetî û bêmacaliyê jî, civaka Êzîdî di sêrî de li Şengalê, mil mil bi mil bi hevdû û bi şervanên azadiyê re, li dijî qirkirin û êrişe têkoşiyan û li ber xwe dan. Gulmek av, pariyek nan, fişekek û kleşek bi hevdû re parvekirin, bûn yek dil, mejî, çav, guh, serî, hêz û xwe ji mirin û tûnekirinê parastin. Bi vê yekê armancê DAÎŞ’ê û yên ku rê jê re vekirin vala derxistin. Ne tenê li her dera ku civaka Êzîdî ev helwest hat nîşandan û civaka Êzîdî li her derê ji bona yek armancê li ser piya bû û bi vê yekê bûn qirên û haware Fermanê. Lê belê vê carê ne tenê bi awayekî vekirî dixwazin Şengalê û îradeya azad ya civaka Êzîdî ji holê rakin, her weha dixwazin civaka Êzîdî bînin hemberî hevdû û rê li pêşiya şerê pêsêrê vekin û tûxmê dijminatiyê di nav pêsêra Tawisî Melek de bavêjin û xûrt bikin.

‘JI HER DEMÊ BÊHTIR DIVÊ EM HIŞYAR BIN Û RÊ NEDIN JIHOLÊRAKIRINA CIVAKA ÊZIDÎ Û ŞENGALÊ’

Ji ber vê yekê divê ji herdemê zêdetir em hişyar bin û rê nedin şerê pêsêrê û ji holê rakirina civaka Êzîdî û Şengalê. Em hêvî û rica dikin ku ti kes û hêzên Êzîdî, ji bona berjewendiyên tekakesî, malbatî, eşirtî û hizbî nebin hevalên hêz û derdorên ku pîlanên qirêj û yên tûnekirinê li ser me didin meşandin û li dijî vê yekê pêsêrê qawîn û xûrt bikin.

Her weha em bang li hemû civaka xwe bi taybetî jî, li civaka xwe Ewropa dikin, bi rihê valaderxistin û têkbirina Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an tevbigerin, li kêleka hevdû bîn, di nav çalakiyan de bin û di rewşa awarte de bin, da ku komploya li ser Şengalê vala bê derxistin û dijminên vê civakê bi sernekevin.

Bi taybetî jî em bang li Oldar, Rûspî, Rewşenbir, Siyasetvan, Rojnameger, Akademîkar, Xwendekar, Hunermend, dayik û jinên Êzîdxan dikin ku bi berpisyariya xwe ya dîrokî rabin û nehêlin ku ev pêsêr were hemberî hevdû û pîlanên li ser vê bawerî û civaka neçin sêrî. Ev hêz û tegihiştin bi were heya û hûn dikarin vê yekê bikin. Eger hûn bi erk û berpirsyariya xwe ranebin, wê dîrokek me ku hesab ji we bixweze jî nemîne, ji ber ku wê ev civak û dîroka wê bê tûnekirin.

Banga me ji bo hemû gelê Kurd jî ew e ku êdî, bes rê nedin hêz û derdorê ku qaşo bi navê Kurditiyê tevdigerin, lê belê ji bona ji holê rakirina vî gelî û dîroka wî, heya dawiyê bi dagirker û qirkeran re tevdigerin û dibin yek.

Banga ji hemû gel, hêzên Demokrat û hûmanîst jî ew e ku, bê çawa di 3’yê Tebaxa 2014’an de civaka me tenê ne hiştîn dîsa li hemberî komploya 9’ê Cotmehê ya ku li ser civaka me hatî destpêkirin xwedî helwest bin û bi vê civakê re bibin yek.

Di dawiyê de em deklere dikin û dibêjin ku hemû êrişên ji holê rakirinê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê, YJŞ/YBŞ, Asayişa Êzîdxanê û saziyên îradeya azad yên Şengalê, li hemberî tevahiya Êzîdxan û qawmê Tawîsî Melek tên kirin. Ji ber wê jî, wê tevahiya civaka Êzîdî li dijî van êrişan di rêya Tawîsî Melek de têbikoşe û bibe yek. Rêya çareseriyê di naskirina îradeya civaka Êzîdî ya li Şengalê û diyaloga bi hemû Êzidiyan re derbas dibe.”

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv