“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
KARIANE WESTRHEIM: DIVÊ OCALAN SERBEST BE JI BER KU BÊYÎ WÎ ÇARESERÎ ÇÊNABE
Li cîhanê kampanyayên ji bo azadiya Rêber Apo bi eleqeyeke mezin dewam dikin.
Gelek kesayet azadiya Ocalan dixwazin, dibêjin; dem hatiye ji Ocalan re azadî.
Yek ji van bengewazan jî Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiyê ji bo Yekitiya Ewropayê Kariane Westrheim
Kariane Westrheim beriya bi demekê bi rojnamevan Erem Kansoy re hevpeyvînek online çêkir.
Di hevpeyvîna xwe de îşaret bi wê yekê dike ku li cîhanê kes û derdorên xwedî li doza kurdî derdikevin zêde dibin.
Kariane Westrheim dibêje; Lazim e rejîma tirk bizane wê têkoşîna Ocalan û gelê kurd tu carî neqede.
Em ev kesên li Ewrûpayê ne em ê tu carî desteka xwe ji Ocalan û gelê kurd paşve nekêşin.
Kariane Westrheim dibêje; banga me ji bo serbestiya Ocalan e.
Ji ber ku ew heta serbest nebe paşerojek jî mimkûn nîn e.
Di nava Yekitiya Ewropayê de gelek siyasetmedar û komên polîtîk jî dizanin ku encax Ocalan aştiyê bîne Rojhilata Navîn.
Daxwaza wan jî ew e Ocalan serbest were berdan.
Serbestiya birêz Ocalan tekane hêvî ye ku aştî û aramî were Rojhilata Navîn.
Ez di wê baweriyê de me ku Erdogan jî bi vê yekê dizane lê ne xwedî wê kapasîteyê ye ku ev yek bike.
Erdogan kesekî ji bo çareseriyê gav bavêje nîn e.