JI HDP’Ê KAMPANYAYA “DESTPÊKÊ EDALET”
WÊ BI ÇALAKIYÊN CÛR BE CÛR HETA HEZÎRANÊ BIDOME
Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi civîneke berfireh deklarasyona kampanyaya “Destpêkê Edalet” eşkere kir.
Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di serî de bal kişandin ser rejîma zilm, zordarî, bêhiqûqî, bêedeletî û pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û cûda yên li Tirkiyê û pêwistiya têkoşîna hevpar destnîşan kirin.
Hevserokên HDP’ê ji van, AKP-MHP’ê berpirsyar girtin û gotin: Ji ber zimanê AKP-MHP’ê yê bi şîdet û dijminane, krîzên heyî kûr dibin û welat ber bi têkçûnê ve diçe. ,
Pervîn Buldan û Mîthat Sancar edalet wekî dermanê hemû pirsgirêkên li Tirkiyê bi nav kir û gotin: Dema mirov edaletê ji jiyana civakî û siyasî derxe, wekî rewşa niha ya li Tirkiyê, pergala derew, talan û zilmê dimîne.
Hevserokên HDP’ê bê edeletiya li hemberî Kurdan, li girtîgehan, li hemberî jinan, kedkaran û hemû beşên civakê jî destnîşan kirin û ev peyam dan:
-Em ê bi rihê seferberiyê bibin dengê ji bo lêgerîna edaletê.
– Li hemberî bêkarî, xizanî, sextekarî, talan û buhabûnê têbikoşin.
-Em ê li hemberî siyaseta cihêkarî û zimanê şîdet, nefret û dijmin li ber xwe bidin.
-Ji bo gel û baweriyên din mafên xwe yên ziman, çand û baweriyê bi azadî pêk bînin, têbikoşin.
-Em ê têkoşîna li dijî qirkirina jinan xurt bikin.
-Em ê li dijî siyaseta beramberî ciwanan bisekinin.
-Em ê texrîbat û talankirina xwezayê rawestin.
-Em ê mafê siyaseta azad ya tevahiya civakê û hêzên mûxalefetê biparêzin.
-Ji bo pêwistiya biryarên DMME’yê yên der barê Demîrtaş, Kavala û yên din de pêk bên, têbikoşin.
HDP wê heta meha hezîranê bi rihê seferberî û silogana bi hemû zimanan, hemû deveran bêje “destpêkê edalet”çalakiyên cûr be cûr pêk bînin.
Hevserokên HDP’ê di dawiyê de jî li dijî rejîma hov a AKP-MHP’ê banga têkoşîna hevpar li hemû hêzên demokrasî kir.