Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji TJK-E peyama 8’ê Adarê 26.02.2021

 

JI TJK EWRÛPA PEYAMA 8’Ê ADARÊ
LI DIJÎ FAŞÎZM, TECRÎD Û ZAYENDÎPERESTIYÊ BANGA TÊKOŞÎNÊ KIR

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê danezanek weşand.

Danezan bi sernavê “Li dijî qirkirina jinê, dem dema parastina jin û civaka azad e”.

Di danezanê de êrişên şaristaniya kapîtalîst yên li dijî jinê tên bibîrxistin û helwesta jinan ya rêxistî wiha tê vegotin;

Li dijî van êrişên qirkirinê jinan berxwedan û têkoşîneke mezin dane meşandin.

Ev têkoşîn ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, Asyayê, ji Latîn Emerîkayê heta Efrîka li qadeke berfireh roj bi roj berfireh û mezin dibe.

JI TJK EWRÛPA PEYAMA 8’Ê ADARÊ
“TÊKOŞÎNA JINÊN KURD HER SAL MEZINTIR DIBE”

Di danezanê de TJK-Ewrûpa têkoşîna jinên Kurd a di çarçoveya pêngava ‘Li dijî qirkirina jinê; dem dema parastina jin û civaka azad e’ wiha nirxand;

Dewlet hewl dide xeta azadîparêziya jinê û lêgerîna wê ya ji bo pergala konfederal a jinê ya demokratîk terorîze bike.

Têkoşîna jinên Kurd a li dijî van êrişan her sal mezintir dibe.

Têkoşîna azadiya jinê ne tenê cîhana jinan, sîstema baviksalar-serdest jî diguherîne.

TJK-Ewrûpa daxuyakirin ew 8’ê Adarê bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinê; dem dema parastina jin û civaka azad e’ pêşwazî dikin.

Derbarê mijarê de danezanaTJKE’yê wiha dewam dike;

Kampanya ku me di 25’ê Mijdara 2020’î de dest pê kirî, bi biryardareke mezin em digehînin 8’ê Adarê. Bi rêya kampanya ‘100 SEDEM’ ên ji bo darizandina dîktator Erdogan, jinên Kurd tevî dostên xwe li dijî faşîzmê û qirkirina jinê têkoşîneke girîng meşandin.”

TJK-E’yê destnîşan kir ku bi vê kampanyayê, ji bo bidawîbûna polîtîkayên hovane û darizandina sûcên dîktator Erdogan, wê têkoşîna xwe mezintir bikin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê îşaret bi êrişên di dema pandemiyê Covîd-19 de li dijî jinê hatin kirin û wiha got:

Krîza aborî ku ji ber şewbê rû da, jin zêdetir xizan bûn û tundiya li dijî wan zêdetir bû.

Li dijî zexta zayendîperestiyê û rejîmên mêtinger, em jî li her qadê tevlî grevên jinan ên di asta navnetewî de pêk tên dibin.

JI TJK EWRÛPA PEYAMA 8’Ê ADARÊ
‘DI NAVBERA 1-8’Ê ADARÊ DE EM Ê LI HER CIHÎ BIN’

TJK-Ewrûpa daxuyakirin ku ji bo avakirina pergala konfederal a jinê ew ê têkoşînê bi 8’ê Adarê xurttir bikin.

Bi çalakiyên hevpar û avakirina tevna jinê em dest bi xebatên 8’ê Adara 2021’ê dikin.

Li dijî êrişên qirkirina jinê em ê rêxistinbûna xwe ya xweser û xweparastinê xurtir bikin.

Hem ji aliyê zîhnî hem jî avanî ve li ser bingeha wezîfeyên xwişktiyê, em qadeke girîng a têkoşînê ava dikin û pêl bi pêl mezin dikin.

Li ser vê bingehê, em 8’ê Adara 2021’ê bi bawerî û daxwaza mezin a azadiyê pêşwazî dikin.

Tevgera Jinên Kurd da zanîn ji 1 heta 8ê Adarê ew ê li qadan bin.

TJK-E’yê bang li jinan hemûyan kir ku li dijî faşîzm, zayendîperestî, tecrîd, neteweperestî û paşverûtiyê, 8’ê Adarê têkoşînê bigehînin asta herî bilind.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv