Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji rojnameya Le Monde Diplomatique bang: Dema wê ye, azadî ji Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re 19.02.2021

 

JI LE MONDE DIPLOMATIQUE BANG:
“DEMA WÊ YE; AZADÎ JI OCALAN RE AŞTÎ JI KURDISTANÊ RE”

Kampanya “Dema wê ye azadî ji Ocalan re” bi eleqeyeke mezin li seranserê cîhanê dewam dike.

Di çarçova kampaya navnetewî de di rojnameyên xwedî prestîj de îlanên vê kampanyayê jî tên weşandin.

Herî dawîn îlana ji bo azadiya Rêber Apo di nushaya dawîn a Le Monde Diplomatique de hat weşandin.

Îlan bi zimanî îtalî ji aliyê Komîteya “Dema wê ye, azadî ji bo Ocalan”, Tevna Komîteyên Dost ên Kurdistan Îtalya û Buroya Enformasyonê ya Îtalya Kurdistan ve hate amadekirin.

Di îlanê de hat ragihandin ku rewşa li Rojhilata Navîn û Tirkiyê ji kontrolê derketiye û wiha hate gotin:

Divê civaka navnetewî tavilê bikeve nava liv û tevgerê, dawî li tundî û rijandina xwînê bîne.

Dem hatiye ku dawî li vê tecrîdê bê anîn, ji bo jinûve pêkanîna aştiyê dem hatiye ku firsend jê re bê dayîn ku bi rola xwe rabe.

Kampanya ‘Azadî ji Ocalan re’ bang li siyasetmedar, civaka sivîl û civaka navneteweyî dike ku bêyî dereng bibe bikevin nava liv û tevgerê.

Ji bo deriyên aştiyê bên vekirin ji bo piştgiriya ji banga me re tevlî kampanyayê bibin.

Îlan bi vê peyamê bi dawî dibe;

Lîderê siyasî yê Kurd ê girtî Abdullah Ocalan azad bibe!

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv