Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji rewşenbîrên Ereb ‘Înîsiyatîfa Ereb ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ 16.02.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
JI REWŞENBÎRÊN EREB “ÎNÎSIYATÎFA EREB JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN”

Li hemû parzemîn û welatên cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo kampanya tên birêvebirin.

Rewşenbîrên Ereb bi daxuyaniyekê ve ragihandin ji bo azadiya Rêber Apo dest bi kampanyek nû dikin.

Kampanya bi navê “Înîsiyatîfa Ereb Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan” hat destpêkirin.

Rewşenbîran di daxuyaniyê de wiha gotin:

Em bang li rewşenbîr, akademîsyen, hunermen, rojnamevan, zanyar, siyasetmedar û hiqûqnasan dikin ku alîkariyê bidin vê pêngava me ya “Înîsiyatîfa Ereb ji bo Azadiya Abdullah Ocalan.”

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LE MOUVEMENT DE LA PAIX: DIVÊ BÊYÎ ŞER OCALAN SERBEST WERE BERDAN

Tevgera Aştiyê ya li Fransayê Le Moûvement de la Paîx jî têkildarî kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ji Yekîtiya Ewropa û NATO’yê hate xwestin ku bes piştgiriyê bidin dewleta Tirk

Tevgerê ragihandin ku PKK parastina rewa dike, lewma divê ji lîsteya terorê bê derxistin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hemû divê tavilê bê şert û merc bên berdan.”

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ESU: LI DIJÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ TÊKOŞÎN DIVÊ

Yekîtiya Sûryaniyên Ewropayê ESU bi daxuyaniyekê diyar kir tecrîda li ser Rêber Apo bûye qrîzeke mirovahiyê.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de ev bang kir: Divê hiqûqa navnetewî were bicihanîn û ji bo vê jî têkoşîn were kirin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv