PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
JI KOMÎTEYA RÊBERTÎ CIVÎNA WATEDAR: KESÊN RÊBER APO DÎTINE LI HEV BÛN
Ev der bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Kesên di vê civînê de amade ne, şêniyên Hesekê ne yên bi Rêber Apo re rûniştine û civiyane.
Komîteya Rêbertî ya Rojava ev civîna watedar di çarçoveya çalakiyên 15ê Sibatê de li darxist.
Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif jî beşdarî civînê bû.
Foza Yûsif ji bo vê yekê jî girîngiya mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo destnîşan kir.
Şêniyên Hesekê yên bi Rêber Apo re rûniştî jî behsa bîranînên xwe kirin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI ŞEHBA, HESEKÊ, KOBANÊ Û REQAYÊ ÇALAKÎ
Şêniyên Hesekê her wiha bi pêşengiya Tevgera Ciwnaên Şoreşger li taxa Nasra konê çalakiyê ji bo azadiya Rêber Apo vedan.
Li herêma Şehba jî Meclîsa Jina Azad bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir.
Daxuyaniya li vir bi Erebî, Kurdî û Ingilîzî hat xwendin.
Li Kobanê jî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve konê çalakiyê hatibû vedan.
Çalakiya kon di roja duduyan de bi beşdariyên nû dewam kir.
Meclîsa Giştî ya Bajarê Reqayê jî li Hola Tac li dijî komploya navneteweyî civînek li darxist.
Rêxistinên Civaka Sivîl ên bajêr jî bi daxuyaniyekê komplo şermezar kirin.