Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji KJK’ê nirxandina 8’ê Adarê: Yên ku bi ser kevin em jin bi xwe ne 01.03.2021

 

JI KJK’Ê NIRXANDINA 8’Ê ADARÊ:
YÊN KU BI SER KEVIN EM JIN BI XWE NE

Koordînasyona KJK’ê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand.

KJK’ê diyar kir ku çaryeka yekem a sedsala 21’ê ber bi dawiyê ve diçe, pergala serdest jî dixwaze sedsaleke din li jinan reş bike û ev nirxandin hat kirin:

Li dijî vê meqseda qirêjî berxwedan û îsyana jinan weke lehiyekê mezin dibe.

Têkoşîna azadiya jinan gihîştiye asteke ku kes nikare asteng bike.

Jinên cîhanê hemû bi ruhekî wisa azad 8’ê Adara îsal pêşwazî dikin.

Serdemeke nû dest pê dike. Ev serdema jinan e.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku sala 2020’an ji bo jinên kurd bi berxwedanê derbas bû:

Sala 2020’an ji bo jinên Kurd dîsa bû saleke berxwedanê.

Di serî de li Heftanînê li hemû qadên jiyanê jin têkoşiyan.

Di vê oxirê de berdêl jî hatin dayîn.

KOORDÎNASYONA KJK’Ê:
RÊBER APO PÊŞENGÎ JI AZADIYA JINAN RE KIRIYE

KJK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û nirxandinên xwe bi vî awayî dewam kir:

Rêbertiya me li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa dimeşîne.

Jin, gel û civak deyndarê Rêber Apo ne.

Em careke din diyar dikin ku; Azadiya Rêberê me azadiya jinan e.

Li ser vî esasî wê hemû xebat û têkoşîna me ji bo azadiya Rêberê me be.

Em ê tecrîdê bişkînin û bi têkoşîna xwe Rêber Apo azad bikin.

KJK’ê bi bîr xist ku îro li seranserê cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo kampanya bi pêş dikevin û ev nirxandin kir:

Li parzemînan hemûyan daxwaz azadiya Rêber Apo ye.

Ev dî dîroka Kurdistanê de cara yekem dibe.

Gelê kurd, jin êdî ne bi tenê ne.

Em çiqas bi hêza xwe ya cewherî têbikoşin, wê ev eniya demokratîk jî mezin bibe.

KOORDÎNASYONA KJK’Ê:
PÊNGAVA AZADIYÊ Û ÇALAKIYÊN 8’Ê ADARÊ DIVÊ BIBIN YEK

KJK’ê îşaret bi serketina gerîlayên YJA Star û HPG’ê ya li Garê kir û wiha got:

Berxwedana gerîlayên Kurdistanê hêzê dide têkoşîna azadiyê.

Em serketina Garê careke din pîroz dikin.

Wê di encama vê berxwedan û serketinê de AKP-MHP têk biçin.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, Şoreşa Rojava, têkoşîna jnên kurd a li Kurdistan û derveyî welat jî bi berfirehî nirxand û îşaret bi girîngiya xurtkirina têkoşînê kir.

Pêngava ji bo azadiya Rêbertiya me dîrokî ye.

Divê ev pêngav û çalakiyên 8’ê Adarê bibin yek.

Wê îqtîdara AKP-MHP’a faşîst teqez bi têkoşîna jin û ciwanan were hilweşandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv