SALVEGERA ŞEHÎDÊN JÊRZEMÎNÊN BERXWEDANA CIZÎRÊ
5 SAL DERBAS BÛN… “EM Ê TI CARÎ ŞEHÎDÊN XWE Û ÊŞA XWE JI BÎR NEKIN”
14’ê Kanûna 2015’an dagirkeriya Tirk li dijî Cizîrê, Sûrê, Silopya û gelek deverên din dest bi êrişên qirkirinê kir.
Bi taybetî li Cizîra Botan dagirkeriya Tirk a li hemberî berxwedanê bêçare ma, hovîtiyeke nedîtî kir.
7’ê Sibata 2016’an 177 kes li jêrzemînên berxwedanê hatin şewitandin û şehîd bûn.
Di nava wan de Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mihemed Tûnç û Asya Yuksel jî hebûn.
Hevjîna Mihemed Tûnç Zeynep Tûnç li ser berxwederiya hevjînê xwe axivî.
Zeynep Tûnç da zanîn, ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de Mihemed Tûnç kêm caran dihat malê.
Hevjîna Mihemed Tûnç, Zeynep Tûnç got, emê ti carî şehîdên xwe ji bîr nekin.
Me ti carî li ber vê zilmê serî netewand, em ê netewînin.
Heta kêliya dawî ya jiyana xwe emê li pey doza xwe bin.