Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG’ê: Bi dilsoziyeke mezin, emê armanca şehîdên xwe bi ser bixin 22.02.2021

 

15 LEHENGÊN DESTANA GARÊ
HPG: BI DILSOZIYEKE MEZIN, EM Ê ARMANCA ŞEHÎDÊN XWE BI SER BIXIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê li rex ragihandina nasnameyên 15 lehengên Destana Garê, bi berfirehî qala şerê wan ê li dijî dagirkeriya Tirk kir.

Pêşî wiha hat gotin:

Tevgera dagirkirina Garê ya 10’ê Sibatê hatî destpêkirin û şeva 13’ê Sibatê bi reva artêşa Tirk bi dawî bû, li qada cengê bi berxwedana egîdî ya hevrêyên me yên şehîd, bû cihê têkçûyîneke mezin a artêşa Tirk, pozê wê bi erdê ve da kaşkirin û derseke dîrokî dayê.

Di daxuyaniyê de li ser lehengiya Şoreş Beytuşşebap û hevrêyên wî wiha hat gotin:

Hevrêyê me Şoreş Beytuşşebap ê berpirsê kampa êsîran, 10’ê Sibatê herî zû wî tevgera dagirkirinê ferq kir.

Bê çawa ferq kir, di cih de cihê ku artêşa Tirk eskerên xwe lê danîn tespît kir, bi hevrêyên xwe re derba pêşî lê da.

Dagirkerên li ser vê yekê vekişiyan, bi balafirên şer kampa êsîran bombe kirin.

Hevrêyên me di bin bomberdimaneke giran de kampa êsîran bi îrade û wêrekiyeke mezin parastin, derb li dijminê dagirker dan û bi rojan şer kirin.

Artêşa Tirk li vê derê rûyê xwe yê nemerdane careke din nîşan da, çekên kîmyewî bi kar anîn.

Di bin fermandariya hevrê Şoreş Beytuşşebap de, hevrêyên me Cûdî Serhed, Bawer Elkê, Erdal Rojhilat, Argeş Ronî û Avareş Wan berxwedaneke destanwarî kirin û şehîd bûn.

Di daxuyaniya HPG’ê li ser şehadeta Rojhat Musyan, Xeyrî Çewlik, Delîl Kobanê, Xabûr Dêrik û Rêber Kobanê de jî ev agahî hatin dayîn:

Bi pêşengiya hevrêyê me Rojhat Mûsyan li qada Siyanê tevî bomberdiman û teknîka zêde ya şer, gerîlayan derbên giran li dagirkeran dan.

Girekî li qada Siyanê ji dagirkeran paqij kirin.

Hevrê Rojhat, Xeyrî, Delîl, Xabûr û Rêber weke şervanên egîd ên qada cengê navên xwe li dîrokê nivîsandin.

Di daxuyaniya HPG’ê de hat ragihandin, ku gerîla Seydo Refîk jî li çeperekî cûda yê berxwedana Garê derb li dijmin dan û di êrişa balafiran de şehîd bû.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de rola Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal jî bibîrxistin, ku yek ji fermandarên vê hêzê Seyfî Polat û gerîla Arhat Amed û Gelhat Tolhildan li ser hev ji hewayê derb li dijmin dan.

Dema li qadê bi erka xwe radibûn şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di Berxwedana Garê de 37 kuştiyên artêşa dewleta Tirk a dagirker çêbûne, bi dehan dagirker birîndar bûne û 2 helîkopterên skorsky jî derb xwarine.

Di dawiya daxuyaniyê de ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxî hat xwestin.

Û wiha hat gotin:

Soz didin, ku em bêdudilî dilsozê bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û xeta şehîdan bin.

Bi vê dilsoziya mezin teqez em ê armanca we bi ser bixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv