TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ
HPG: WEZARETA PARASTINÊ YA TIRK DEREWAN DIKE, ZÊDETIRÎ 30 KUŞTIYÊN WAN HENE
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser şerê taybet û psîkolojîk ê dagirkeriya Tirk jî.
Di daxuyaniyê de têkildarî berxwedana gerîlayên HPG û YJA-Starê ya li dijî tevgera dagirkirina Garê ya ji aliyê dewleta Tirk ve wiha hat gotin:
Hêzên dijmin xwestin li ser xeta Ergenê û Siyanê bi cih bibin û li herêmê belav bibin.
Dijmin xwest li gelek deveran hêzên xwe deyne, dîsa jî nekarî.
Ji ber ku hêzên me dest li vê yekê werdan.
Êrişa artêşa Tirk a li dijî Garê li hemberî berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi binket û têk çû.
Hêzên me her wiha dor li hêza dijmin a li qadê girtine.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker, tevî tevahiya teknîka xwe ya şer, nekarî xwe ji destê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xilas bike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku daxuyaniya wezareta parastinê ya Tirk bi temamî derewe û berevajî daxuyaniyê, zêdetirî 30 kuştiyên artêşa Tirk hene.
TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ
HPG: ÊRIŞA LI DIJÎ GARÊ JI BAQIRMANA AKRÊ PÊK HAT Û PDK BÊDENG E
Di daxuyaniê de HPG’ê têkildarî pozîsyona PDK’ê jî wiha got:
Ti tespîta me ya “hêzên PDK’ê beşdarî tevgera li Garê bûne” nîne.
Ev agahî ne rast in.
Lê hêzên artêşa Tirk a dagirker û helîkopterên wê ji Şirnexê çûne baregaha Başîqê, ji wir jî çûne nahiya Baqirmanê ya navçeya Duhokê Akrê.
Êriş ji vê derê hatiye kirin û PDK li hemberî vê rewşê ne xwedî refleksek an jî nerazîbûnekê ye.
ŞERÊ TAYBET Û PSÎKOLOJÎK
HPG: ÎBRAHÎM PARIM DEMEKE DIRÊJE HATIYE DÛRXISTIN Û KESEK JI RÊZÊ YE
Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî girtina kesekî bi navê Îbrahîm Parim a ji aliyê MÎT’ê ve jî ev agahî hatin dayîn:
Ji ber ku hukûmeta şerê taybet a Tirk encama ji êrişa Garê xwestî bi dest nexist, serî li dereweke din da.
Îdîa kir, ku berpirsê lojîstîkî yê PKK’ê kesê bi navê Îbrahîm Parim bi operasyoneke taybet a MÎT’ê hatiye girtin.
Lê ev kes beriya demeke dirêj ji partiya me hatiye dûrxistin û paşê teslîmî dijmin bûye.
Ev nûçe derew in û xwe dispêrin şerê psîkolojîk.