TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ TÊK ÇÛ
HPG: DI 24 SAETÊN DAWÎ DE 46 CARAN HERÊMA GARÊ HAT BOMBEKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî têkşikestina artêşa dewleta Tirk a dagirker li herêma Garê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de pêşî detayên berfireh ên êrişên 13 û 14’ê Sibatê hatin parvekirin.
Li gorî daxuyaniyê:
Qadên Meyrokê, Siyanê, Bergarê, Qada Navîn, dora Gundê Şikeftiya, Girê Şehîd Berxwedan, Girê Şehîd Baran, 13 û 14’ê Sibatê 46 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
HPG’ê têkildarî kampa êsîrên şer jî ev agahiya girîng da:
TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ TÊK ÇÛ
HPG: PIŞTÎ KU JI BER DERIYÊ KAMPA ÊSÎRAN DENGÊ GULLEYAN HAT, KAMP HAT BOMBEKIRIN
13’ê Sibatê saet 16:40’î ji ber deriyê kampa li qada Siyanê dengê gulleyan hat.
Piştî van dengan balafirên şer ev der bombe kirin.
13’ê Sibatê bi şev saet 22’yan 3 helîkopter û paşê 6 helîkopterên din xwestin bikevin herêma Garê.
TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ TÊK ÇÛ
HPG: HELÎKOPTEREKE KOBRA DERB XWAR, HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ 2 ÇALAKIYÊN DIN KIRIN
Gerîlayan bi bandor li van helîkopteran dan.
Di encama bersiva gerîla de helîkoptereke Kobra derb xwar û bi helîkopterên din re ji herêmê dûr ket.
13’ê Sibatê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal li dijî dagirkerên li qada Siyanê du çalakiyên cûda ji hewayî li darxistin.
Çalakî bi awayekî serketî pêk hatin.
TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ TÊK ÇÛ
HPG: ARTÊŞA TIRK BI HERIKANDINA XWÎNA WELATIYÊN XWE Û TÊKŞIKESTINEKE MEZIN VEKIŞIYA
Di dawiya daxuyaniya HPG’ê de têkildarî têkşikestina artêşa dewleta Trik a dagirker li Garê wiha hat gotin:
Êrişa dagirkirina herêma Garê ya artêşa Tirk bi berxwedana bi bandor a hêzên me bersiva xwe girt û pîlana dagirkirinê kêliya pêşî bê encam ma.
Yekîneyên qaşo herî bijartî yên artêşa Tirk derbeke giran xwarin û artêşa dagirker têkşikiya.
Artêşa Tirk bi têkşikestineke mezin û herikandina xwîna welatiyên xwe ji Garê vekişiya.
Dema detayên encama berxwedana gerîla ya 4 rojan hatin zelal kirin, wê bi raya giştî re werin parvekirin.