Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Artêşa tirk çekên kîmyewî li dijî kampa êsîran bi kar anî 16.02.2021

 

TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ
HPG: ARTÊŞA TIRK ÇEKÊN KÎMYEWÎ LI DIJÎ KAMPA ÊSÎRAN BI KAR ANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê piştî lêkolînên li kampa êsîran a li Garê ya bûyî hedefa êrişeke giran a dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hêzên gerîla li herêmê kar û xebatên zelalkirina encama berxwedana li herêmê didomînin û wiha hat gotin:

Tevî ku dewleta Tirk a dagirker ji bejahî ve bi têkşikestineke mezin re rû bi rû ma û vekişiya jî, bi balafirên şer li ser herêma Garê êrişên xwe didomînin.

Ji bo bi awayekî zelal bê zanîn ka li qada Siyanê ku kampa êsîran lê bû çi qewimî ye, hêzên me xwe gihandin kampê.

Lê belê tevî ku di ser êrişa artêşa Tirk re 3 roj derbas bûn jî li ji kampa êsîran û dora wê bêhneke giran a gazê û kîmyasalê tê.

Ji ber ku artêşa dagirker li vê derê çeka kîmyewî bi kar anî ye û ev sûcekî şer e, hêzên me nikarin bikevin nava kampê.

Bi îhtîmaleke mezin her kesê li vê kampê pêşî bi çeka kîmyewî hatine kuştin û paşê hatine gullebarankirin.

Diyardeyên pêşî eşkere bûne ev in.

Ji bo rastiya komkujiya ku dewleta Tirk a ji mirovahiyê ti para xwe negirtiye, were zelalkirin kar û xebat didomin.

Encamên zelal û teqez û bîlançoya 4 rojan a şerê Garê wê bi aliyên xwe ve bi welatparêzên Kurdistanê û raya giştî re paşê werin eşkerekirin.

Di daxuyaniya HPG’ê de her wiha hat eşkerekirin, ku 14’ê Sibatê di êrişa balafirên şer de li dora gundê Şikeftiyan gerîlayek şehîd bûye.

BERXWEDANA GERÎLA YA LI GARÊ
HPG’Ê NASNAMEYA LEHENGEKÎ GARÊ EŞKERE KIR

Nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye:

Firat Ekmen bi nasnav Gelhat Tolhildan li Edenê ji dayîk bûye û 14’ê Sibatê li Garê şehîd bû.

FIRAT EKMEN
GELHAT TOLHILDAN
EDENE
DÊ Û BAV: HALÎME – ABDULHALÎM
14’Ê SIBATÊ-GARÊ

Di daxuyaniya HPG’ê de ji bo şehîd Gelhat wiha hat gotin:

Hevrê ye me Gelhat ji bajarê berxwedana kevnar Cizîrê ye.

Hevrêyê me Gelhat hê di ciwantiya xwe de beşdarî nava kar û xebatên ciwanan bû.

2016’an jî li dijî êrişên ji bo qirkirinê yên dewleta Tirk beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Gelhat bi taybetî ji ber dewleta Tirk li jêrzemînên Cizîrê mirovên me şewitandin, bi bandor bû û beşdarî nav refên me bû.

Di serî de malbata wî ya hêja, ji tevahiya xelkê Cizîrê û welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Soz didin, ku emê têkoşîna xwe ya azadiyê ya ji Binevş Agal, Mihemed Tûnç û xwe gihand Gelhat Botanan bi serketinê tacîdar bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv