Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hizbî Zehmetkêşan û Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê piştgiriya banga yekitiya neteweyi dikin 26.02.2021

 

JI HIZBÎ ZEHMETKÊŞAN DR. HÎWA SEYÎD SELÎM:
SERKEFTINA GARÊ BÛ SEDEMA ÎLHAMA YEKITIYA NETEWÎ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan di bernameya taybet a televîzyona me de serkeftina Garê nirxandibû û banga ji bo yekitiya netewî kiribû.

Endamê Mekteba sîyasî ya Hzibî Zehmetkêşan Dr. Hîwa Seyîd Selîm di bernameya Nîvroj a televîzyona me de serkeftina Garê û banga ji bo Yekitiya Netewî nirxand.

Dr. Hîwa Seyîd Selîm kêfxweşiya xwe ya ji bo serkeftina Garê û bandora wê ya li ser yekitiyê jî anî ziman.

BANGA MÛRAT KARAYILAN JI BO YEKÎTIYÊ
YEKGIRTUYA ÎSLAMÎ YA KURDISTANÊ PIŞTGIRÎ DA BANGA YEKITIYÊ

Endamê Serkirdayetiya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê Dara Sêkanyanî li ser banga Murat Karayilan a ji bo yekitiya netewî, ji Rojnewsê re axivî.

Sêkanyanî anî ziman ku riya Kurdan bigihîne azadiyê yekitiya netewiye û girîngiya wê jî destnîşan kir.

BANGA MÛRAT KARAYILAN JI BO YEKÎTIYÊ
JI HIZBA ZEHMETKÊŞAN PIŞTGIRIYA JI BO YEKITIYÊ

Endama Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Şeyda Meruf jî diyar kir ku yekane riya pêşiya dijminê Kurdan bigire, yekitiya netewî ya hêzên Kurdan e.

Şeyda Meruf jî girîngiya yekdengî û kongreyeke netewî anî ziman.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv