HEVSEROKA DIE LINKE KIPPING:
JI BO BIDAWÎKIRINA ZEXTÊN LI SER HDP’Ê PÊŞÎ LI ERDOGAN BIGRIN
Dewleta Tirk piştî têkçûyîna xwe a mezin li Garê, êrişên xwe li ser qada siyaseta demokratîk zêde kirin..
Di vî warî de bi fermanên, Erdogan, Bahçelî û Soylu herî zêde êriş li dijî HDP’ê têne kirin..
Herî dawî bi tenê ji ber daxuyanî û axaftinên wan, têkildarî 9 parlementerên HDP’ê fezleke hate amadekirin..
Li hemberî zêdebûna zextan, Hevseroka Partiya Çep li Almanyayê, Katya Kipping daxuyaniyek da..
Kipping bang li rayedarên hukûmeta federal kir da li hemberî zextên AKP bikeve nava tevgerê û wiha got:
Rojên dawî bi sedan endamên HPG’ê hatin girtin. Niha jî hewl didin mafê destnedanê yê 9 parlementeran betal bikin.
Hevseroka Die Linke di daxuyaniyê de ev bang li wezîrê karê derve ê Almanyayê Haiko Mass kir:
Zêdebûna êrişên li dijî derdorên muxalif li Tirkiyê eşkere li ber çavan e. Lazime êdî hukûmeta Alman vê yekê şermezar bike û çavên xwe li zextên Erdogan negre.
Berovajî eger bêdengiya hukûmetê dewam bike, wê ev yek were wateya hevkariya wê li gel sûcên dewleta Tirk..